Ticker

10/recent/ticker-posts

PEYMANA LOZANÊ ÇIYE?


Bersivên Gel:

- Komkojî ye.

- Tunekirina Kurd û dostên Kurdan e.

- Peymana xiyanetê ye.

- Bê exlaqî ye.

- Parçekirina welatê me ye.

- Tunehesibandina me ye.

- Plana êrişên 100 salan in.

- Peymana dijî gelê Kurd e.

- Parçekirina yekitiya netewan e.

- Qirkirina netewa Kurd e.

- Dagirkerî ye.

- Plana qirkirinê ye.

- Faşîzm e.

- Ji hevkirina netewan e.

- Belavkirina Kurdistanê ye.

Di sala 1923’an de Peymana Lozanê çê bû. Di Peymana Lozanê de bingehê dewleta Tirkiyeyê hat diyarkirin. Di sala 1924’an de li ser Peymana Lozanê destûra bingehîn ya Tirkiyeyê hate pêşxistin. Di vê destûra bingehîn de êdî jinavbirin, înkar û îmhakirina Kurdan bingeh hat wergirtin. Di vê destûra bingehîn de cih nedan Kurdan û Kurd ji derveyê vê destûra bingehîn hiştin. Sedema vê jî avakirina dewletek netewe bû.

Neteweyek bi navê Tirk dihat avakirin û cih nedidan neteweyên din. Êdî ji bo xwe, girîngî nedan tifaqên hundir. Tifaqa bi Kurdan, îslamî û sosyalîstan re Terk dikir û dest jê berdidan. Tifaqa xwe bi Sovyetan re ber bi tifaqa Îngîlistanê ve dibir û pêşdixist. Tifaqa xwe ya bi Sovyetan re jî xerab dikir. Ji bo xwe sîstema modernîteya kapîtalîst (nûjeniya sermayegerî) esas girt. Ji ber ku bi peymana Lozanê re li gel Îngilîz û pergalê rûniştin û bi wan re tifaq pêkanîn. Êdî ji bo xwe sîstema nûjeniya sermayegerî bingeh digirtin. Her wiha êdî pêdiviya wan bi Sovyet, Kurd, Îslam û sosyalîstan nemabû. Li gorî pergala kapîtalîzmê (sermayegeriyê) jiyanek, çandek û civakek dihat avakirin û pêşxistin. Divê di nav vê çand û pergalê de hemû reng, cûdahî û neteweyên din bên helandin. Ji ber ku tenê li ser nîjad û neteweyek jiyan dihat avakirin.

Siyaseta Îtîhat Terakî û avakirina netewe-dewletê digihêje hev, ji ber vê wê giraniya siyaseta Îtîhat Terakî di Tirkiyeyê de çêbiba. Yên ku pêşiya vê pergal û siyasetê astengî çêbikin wê Kurd bin. Ji ber vê çendê wê Kurdan ji xwe re bikin hedef, wê bixwazin ku Kurd û Kurdistanê ji her alî ve ji holê rabikin. Siyaseta înkar û îmhayê ya ku bi Lozanê û piştî wê destûra bingehîn ya 1924’an re tê pêşxistin, beriya wê siyaseta îmha û înkarê nebû ango pêvajoya siyaseta îmha û înkarê di wan deman de destpê dike.

Piştî destûra bingehîn ya sala 1924’an êriş li ser Kurdan tê pêşxistin, gelek kiryarên mîna komkujî, êşkence, girtin pêk tên û her tiştek bi navê Kurd û Kurdistanê tê qedexekirin. Di wan deman de êdî kî xwedî li Kurd û Kurdistanê derbikeve divê bê girtin, îdamkirin, bikeve girtîgehan û êşkence lê bê kirin. Ti tişt divê bi navê Kurd û Kurdistanê tinebe, ji ber ku Kurd derveyê destûra bingehîn mane.

Parçekirin û parvekirina Kurdistanê di destpêkê de bi tifaqa Qesra Şîrîn pêk anîn. Her çiqas Kurdistan bi vê peymanê bibû du parçe jî, beşa ku di sînorên Sefewiyan (îro Îran e) de mayî beşeke biçûk bû, beşa bingehîn û ya mezin di deste Osmaniyan de ma. Piştî Peymana Qahîreyê Îngiltere û Firansayê Kurdistan careke din dabeş kirin. Ji ber ku di Şerê Cîhanê yê Yekem de bi bloka Îngilîz û Firansayê cîhan careke din li gor pergala nûjeniya sermayeger ristin, bi rêxistin û hevsengiyeke nû lidarxistin. Ji bo vê jî Rohilata Navîn li gorî berjewendiyên pergalê bi rêxistin, ev yek bi Tifaqa Qahîreyê pêk anîn. Wê demê Kurdistan jî di çarçoveya berjewendiyên xwe de ji nû ve şêwandin.

Heta Pêymana Lozanê jî Kurd hêza tifaqê bûn û her tişt bi navê Kurd û Tirkan dihate pêşxistin, lê bi destûra bingehîn a 1924’an re Kurd derveyê makezagonê hatin hiştin. Kurdan jî vî rastiyê dîtibûn û dizanibûn êdî hedef in. Ji ber ku êdî neheqî li wan dihat kirin, mafê wan nedihat dayîn û dihatin înkarkirin. Ev jî rê li ber jinavbirin û îmhakirina Kurdan vedikir. Îngilîzan ev nerehetiya Kurdan dîtibûn û li dijî Tirkiyeyê didan şixulandin.

Piştî ku Kurd li xwe xwedî derketin, li dijî qirkirinê derketin, ji bo wê têkoşiyan, ji bo xwe nirx ava kirin û şûnde pergala nûjeniya sermayeger (modernîteya kapîtalîst) dît ku nikarin mîna berê Kurdan îmha û înkar bikin, ev siyaset êdî nameşe, ji ber ku Kurdan ev siyaset vala derxist û pûç kir wê demê neçar man ku Kurdan qebûl bikin. Lê Kurdan weke gelekî, neteweyekî qebûl nakin. Dibêjin, ‘Kurd hene, berê jî hebûn, lê niha weke gelek nîn in, di asta kes û şexsan de Kurd hene.’ 

Yorum Gönder

0 Yorumlar