Ticker

10/recent/ticker-posts

AZADIYA JIN BI AZADIYA RÊBER APO RE MÎSOGER E


Nakokiyên sîstema sermayedar her ku diçe zêdetir dibe, ev nakokî îsal jî berdewam bûn û heta hîn xûrtir bûye. Li hemberî van nakokiyan ya ku hêvî dide gelên bindest, jin, yên ku bê maf û bi wê ve girêdayî yên ku bindestiya herî kûr jiyan dikin, Paradîgmaya Rêber Apo ya ku li ser bingehê azadiya jin hatî avakirine. Ev ne tenê ji bo jinên Kurd yan jî ji bo Rojhilata Navîne, ji bo tevahî cihanê bî taybet ji bo jinan bûye hêviyek mezin. Li darxistina konferansên jinan yên ku li Berlîn, Tunus û Lubnanê diyar bû ku ev çiqas fikirên Rêber Apo berfireh bûye û bi taybet di aliyê jinan de xwedîderketinek derket holê, ev jî hêvî dide jinan. Bi vî fikirî,  jinan rastiya xwe naskir, zanî ku çiqas tên qirkirin, çiqas azadiya wan ji destê wan hatiye girtin,  her wiha zanîn ku di nava vê sîstema baviksalarî de hişmediyek çawan di wan de daye avakirin, bi wî awayî xwe bi vê fikirê re dike yek. Konferans û komxebatên ku li wan deveran dihatin çêkirin, tenê jinên Kurd beşdar dibûn lê niha jinên derveyî Kurd jî tevlîbûna xwe jêre çêdikin û bi vî awayî ev fikir pêl bi pêl belavî derdor jî bûye. Niha rastiyek ya vê Paradîgmaya Serokatî heye, eger wekhevî têde nebûya ne gengaz bû ku ev qas gel û jinên cûda li derdora vî fikirî bibûna yek. Kesên ku li pey azadiyê ketine bi naskirina vê felsefeyê û şûn de lêgerînên wan xûrtir kir. Di vê fikirî de wekhevî, edalet û hêviyên pêşerojê yê hîn xurtir dide, hêviyê tekoşîna li hemberî vê sîstema kapîtalîst ya ku her roj xwîna gelan dimije hewil dide gel, civak, exlaq û hwd ji holê rabike heye. Dema tê gotin Komfederalîzma Demokratîk, hemû çand, gel, netew, ol, bawerî û hwd bêyî ferq û cûdahî digire nava xwe. Ev jî dide diyar kirin ku li wêderê ruhê azadiyê avabibe. Kesekî eger lêgerînên wî/ê yê azadiyê hebe, jiyanekî bi exlaq û bi pîvan bixwaze, bi naskirina vê felsefeyê re çiqasî rêya wî vedike, dewlemend dike, xurt dike û hêzekî mezin didiyê, ev ji bo jin dû-sê qat zêdetir derbazdare. Ji ber ku jin hem ji aliyê sîstemê ve, hem ji aliyê civakê û hem jî ji aliyê malbatê ve desthildatdariyek li ser tê meşandin, ji bo wê jî ev felsefeya Rêbertî herî zêde hêviyek mezin dide jinan. Zextên ku îro li ser Serokatî û jinan tê meşandin em nikarin ji hev qut bigirin dest, ji ber ku li ser Serokatî zextek çawa hebe ji derve de jî li ser jinan heman zext heye. Rêbertî azadiya civakê di azadiya jinê de dibîne û serkeftina şoreşê wê bi wî awayî çêbibe. Ev zilim û zordariya herî giran ku niha tê meşandin, bêhtir li ser Rêbertî û jinan e. Di civakê de qetilkirina jin û heta dawiyê dijmintiya exlaq kirin û ji holê rakirina exlaq heye. Ev jî dide diyar kirin ku ji holê rakirina exlaq, ji holê rakirina civakê ye. Ji bo ku civakê ji holê rabikin destpêkê jin kirin hedef. Ji ber ku destpêkê civak bi destê jinê hatiye avakirin, ji bo wê jinê dikin hedef ku civakê xirabikin. Lê çawa ku civak bi jinan hatiye avakirin wê ji niha û şûn ve jî bi jinan bê xurtkirin, parastin û bê domandin. Ji ber vê yekê jî wekî parelel ji hemû aliyan ve qirkirinek li ser jin tê meşandin. Li hemberî vê yekê jin xwe birêxistinkirin, pîvanên xwe parastin, vana bi ti awayî tawîz nedayîn û li derdora wê kombûyîn e. Gotina ‘Jin Jiyan Azadî’cara destpêkê Rêber Apo gotiye. Beriya salekê gelê li Rojhilatê Kurdistanê bi qetilkirina Jîna Emîn re, bi wê şîarê dest bi serhilanê hatibû kirin û belavî hemû cîhanê bûye. Ne şîarek ji rêzê bû, bi qasî cihgirtina vê şîarê divê em rastiya wê ya di jiyanê de bibînin. Beşdarbûna gel û jinên cîhanê ya ji bo vê dirûşmeyê ne dengekî ku ji dûr ve xweşa wan diçe bû ku wisa beşdar bûne û xwedî lê derdikevin. Rastiyek ya vê dirûşmeyê ya bi jiyanê ve, eleqederbûnek wê ya bi dîrokê ve û zextên ku niha li ser jinan hemû di hindirê wê dirûşmeyê de tê îfadekirin heye. Îro ew qas li vê şîarê xwedî derketin, azadiya xwe tê de dîtin, bi qasî gerdûnbûyîna wê jî ji kûrbûna rastiya wî ye. Niha li ser vî bingehî Pêngava KJK’ê ya ku bi şîara ‘Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinê’ hatiye destpêkirin, li hemû qadan, li qadên têkoşîna azadiya jin dide, dibin vê şîarê de piroje hebûn îsal jî ev proje didomin. Niha li Wargeha Mexmûr jî di bin şîara ‘Bi Qêrîna Jin Jiyan Azadî Dihûnin Tevna Jiyanê’ ev proje tê berdewam kirin. Wê heta dawiya salê di bin şîara KJK’ê de gelek çalakiyên bi bandor hem li Kurdistanê û hem jî derveyî Kurdistanê bên pêkanîn. Armanca van çalakiyan jî wê li ser du lingan bê birêvebirin, yek wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbetî û ya din jî azadiya Jin e ku du tiştên ji hev nayên qutkirine.

Esra Roj


Yorum Gönder

0 Yorumlar