Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) gerîlayê HPG’ê Fermandar Diyar Norşîn (Feyzî Kaya) ku di 20’ê Cotmeha 2021’an de li Zapê di encama êrişên artêşa dagirker a Tirk de şehîd bibû, bi merasîmekî girseyî hat bîranîn.
Bi kombûna gel a li Saziya Malbatên Şehîdan merasîm bi deqeyekê rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat destpê kirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê Mamoste Îhsan Kaplan û li ser navê malbata Şehîd Diyar Norşîn dayîka şehîd Sarya Marînos û birayê şehîd Nûredîn Kaya axivîn.
Mamoste İhsan di destpêka axaftina xwe de di kesayeta şehîd Diyar Norşîn de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Di serî de serê Rêber Apo, serê rêhevalên heval Diyar yên ku niha di zinarên asê yên Zap, Avaşîn û Metîna de li hemberî hemû cûre çekên kîmyawî û nukleer ber xwe dide saxbe, serê gelê Kurd yê bi şeref û serê gelê wargehê saxbe. Eger niha konferans li ser navê Kurd û Kurdistanê tên kirin ev hemû bi saya van qehremananin, ji bo vê jî em ti caran mineta van lehengan li ser xwe nikarin rakin ecneq em bi berpirsyartiya ku wan daye ser milê me pêkbinin û wisa bibin hêjayî wan. Diyar xwendevanekî dibistana me bû, hem di nava hevalên xwe de û hem jî di nava dibistana xwe de kesayetek diyar bû. Em dubare dibêjin serê Rêbertiya me, serê malbata hêja û rêhevalên wî yên ku niha li berxwe didin saxbe.”
Piştî axaftina Mamoste İhsan, dayîka Şehîd Diyar Norşîn, Sariya Marînos axivî û da zanîn ku bilêvkirina her şehîdekî ne ewqas hêsane û wiha pê de çû: “Ez çiqas li ser Diyarê xwe bêjim jî ez nikarim heqê wî bidim û wê kêm be. Diyar ji biçûkatiya xwe ev rê ji dil û eşqek mezin hilbijartibû. Diyar li gel kê danûstandin kiribe cihê xwe di dilê wî de de çêkiriye. Her wiha li Bakur, Başûr, li çiyayên Kurdistanê û herî dawî li Rojavayê Kurdistanê li hemberî dijminê hov, Diyarê min li berxwe da. Diyarê min li her devera Kurdistanê xwîna xwe rijand. Mirada min ew bû ku carekê destê xwe li ser birînên Diyarê xwe bigerînim lê ez negehiştim wê miradê. Lê em di wê hêviyê de ne ku em bigihin Rêberek azad û Kurdistanek azad.”
Piştî dayîka Şehîd, birayê şehîd Diyar, Nûredîn Kaya jî şehîdên Kurdistanê bi bîranî û wiha dest bi axaftinên xwe kir: “Heval Diyar di jiyanekî zor û zehmet de mezinbû, heta ku tevlî nava refên gerîla bû. Ez û Diyar bi hevre mezin bûn, me di jiyana Diyar de her tim ev didît ku ji jiyana ne azad her tim ne razî bû. Her tim digot ‘ez ti carî jiyanek ne azad qebûl nakim’. Dema ku li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de birîndar bûyî, hatibû wargehê me çiqas jêre digot birînên te giranin neçe, di got ‘wijdanê min ne rehete ku ewqas hevalên min li kêleka min şehîd ketine û ez jî li vêderê bi rehetî bi sekinim, heta dilopek xwîn di laşê min de hebe ez nahêlim xwîna hevalê min li erdê bimîne’. Emê ti carî kêfa dijmin neyînin, heta xewn û xeyalên wan yên azadiyê em bi cih neyînin em gav paşde na avêjin.”
Piştî axaftina merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

0 Yorumlar