Ticker

10/recent/ticker-posts

6’emîn Konferansa Komîteya Tendirustiyê ya Mexmûrê hat lidarxistin

Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo rêxistinkirina kar û xebatên du salên pêşiya xwe 6’emîn Konferansa xwe bi dirûşmeya ‘Civaka ku tendirustiya xwe ne parêze, hebûna azadiya wê di metirsiyê de ye’ hat lidarxistin.

Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo rêxistinkirina kar û xebatên du salê pêşiya xwe 6’emîn Konferansa xwe bi dirûşma ‘Civaka ku tendirustiya xwe ne parêze, hebûna azadiya wê di metirsiyê de ye’ hat lidarxistin.

Salona konferansê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên Komîteya Tendirûstiyê û dovîzên li ser ‘Xwe divê bi parêzî pêş li nexweşiyan bigrin’, ‘Li hember sîstema kapîtalîst em tenduristiya altarnatîf in’, ‘Avakirina netewa demokratîk avakirina civakek bi tenduriste’ û ‘Civakek bi tendurist bi Rêbertî û îradeyek azad pêkane’ hatibûn xemilandin.

Konferansê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Komîteya Tendirustiyê Çîçek Cengîz axaftina vekirinê kir.

Çîçek Cengîz di destpêka axaftina xwe de xêrhatina hemû delege û mêhvanên amade kir û wiha got: “Em bi hêvîne ku ev konferans bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêbertî û azadiya Kurdistanê. Bi vê boneyê em destpêkê vê konferansê li Rêbertî, şehîdên dozê, hemû hevalên îro di kozik û çeperan de li berxwedidin pîroz dikin û ji tevahî gelê Kurd re serkefetinê dixwazin.”

Piştî axaftina Çîçek Cengîz bi xwendina perspektîfên Rêbertî yên di derbarê tenduristiyê de, perspektîfên KCK’ê, rapora Komîteya Tenduristiyê ya xebatên du salan, rapora Komîteya Tenduristiyê ya kar û xebatên xweser, rapola Aborî ya du salan, nirxandinên rewşa siyasî, nirxandinên kar û xebatê du salan û erêkirina rêzîknameya Komîteya Tenduristî û hilbijartina rêvberiya nû hate birêvebirin.

Di konferansê de wek plansaziya du salên pêşiya me gelek biryarên mîna, ‘Navendek taybet ya çarseriya sirûştî, navendek taybet ya girdêdayî tenduristiya dayîk û zarokan her wiha wê rêxistin kirina komên tenduristî ya di taxan de were vekirin û wê di derbarê nexweşiyên kironîk de semîner werin dayîn.

Her wiha hilbijartina rêveberiya 10 kesî ya Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê û hilbijartina hevberdevkên komîteyê hat lidarxistin.

Herî dawî jî ji aliyê Hevseroka Rêveberiya Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak ve axaftina girtinê hat kirin.

Filîz Budak di destpêkê de serkeftin ji bo hemû endmanê komîteya tenduristiyê xwest û wiha got: “Em gelek şanazin ku wek kes em bûn şahîdên kesên mîna we ku di nava pergala xwe de xwedin û niha jî ji bo xizmeta gelê xwe xebat dikin. Em di pêvajoya avakirinê de ne dibe ku kêmaniyê me hebe, lê em xwedî îdeayekê ne û emê li ser wê xetê bi meşin. Li Mexmûr têkoşînkirin û xizmet kirin îrade bûyîn dixwaze. Her konferansek ji me re biyarên nû tînin û rêyek mezin dide pêşiya me. Ji bo wê em hêvî dikin ku emê di vê rêyê de xwedî serkeftinên mezin bin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar