Ticker

10/recent/ticker-posts

‘AZADIYA RÊBER APO BI TÊKOŞÎNA CIWANAN GENGAZE’

Ciwanên Mexmûrê têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn û got: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan herî zêde bi berxwedan û têkoşîna ciwanan gengaze.”


Xurbet Tallî

Ev 24 salin tecrîdek girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşadin. Bi wê ve girêdayî ev du salin bi ti awayî agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin, di derbarê vê mijarê de ciwanên Wargeha Mexmûrê ji rojnameya me re axivîn.

‘Mîsoger divê tecrît bê şikandin’

Zozan Pîran di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan û wiha got: “Wek tê zanîn ev demekî dirêje tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin. Dewleta Tirkiye bi hêcetên cûda nahêlin Rêbertî ne bi malbatê re û ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtin çêbike, ev jî dide diyarkirin ku çiqasî ji fikirên Rêbertî ditirsin. Ji bo vê jî divê her ciwanek, her Kurdekî welatparêz yan jî ne ku divê Kurd be, kesayetên xwdî wijdan pêwîste ji bo şikandina tecrîdê rabin ser lingan. Bi taybet divê gelê Kurd heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin. Çalakiyên wek meş, daxuyanî û hwd yên ku tên lidarxistin, pêwîste hîn xurtir bibe ku ev tecrîd were şikandin.”

Zozan di axaftina xwe de îşaret bi berxwedana xelkê Wargeha Mexmûrê kir û wiha domand: “Xelkê Mexmûrê gelek zorî û zehmetî, gelek wargeh derbazkirine ku heta gihiştiye vê rojê. Wek gelê Kurd ev sed salin zilm û zordariyek li ser me tê meşandin, her wiha wekî kesên biyanî, ne baş û di rêza duyem de li me tê meyzandin, divê destpêkê em vêya ji holê rakin. Gelê Wargeha Mexmûrê li hemberî hemû cûrên êrişan li ber xwe daye, em dikarin bêjin dema ku gel nû hatîn wargehê ji nebûnê hebûn avakirin.”

‘Pêwîste fikrê Rêbertî bi rastiya wê ve bê belavkirin’

Zozan Pîran di dawiya axaftinên xwe de ev bang kir: “Di vê demê de herî zêde ciwan bi bandorin, ji bo wê jî banga min ji tevahî ciwanan re heye ku li kûderê dibe bila bibe, ev li Kurdistanê be yan derveyî Kurdistanê be divê li dijî vê tecrîdê bibin xwedî helwest û li Rêber Apo xwedî derbikevin. Danasîna Rêber Apo ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin û hewil dide hişmendiyek şaş bi taybet di nava gelê Bakurê Kurdistanê de bide avakirin, pêwîste gelê Kurd destûr nede vê yekê û fikrê Rêbertî weke heyî ango bi rastiya wê ve bê belavkirin.”

‘Divê ciwan bêdngiyê qebûlnekin’

Her wiha jina ciwan a bi navê Rewşen Yeman jî hêrsa xwe ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan wiha anî ziman: “Pêwîste gelê Kurd bi taybet ciwanên Kurd li dijî vê tecrîda girankirî ya ku li ser Rêber Apo tê meşandin her tim di nava çalakiyan de bin û bêdengiyê qebûl nekin. Ji bo em bikaribin tecrîda li ser Rêbertî bişkênin, divê wekî gelê Kurd yê li her çar aliyên Kurdistanê destê xwe bidin hev û yekîtiya xwe avabikin.”

Rewşen di dewama axaftinên xwe de qala têkoşîn û berxwedana jinan jî kir û wiha pêde çû: “Dema em li dîroka jin meyze dikin, em dibînin ku jin di her alî de hatiye perçiqandin. Beriya derketina Rêbertî jinan nedikarî mafê xwe bipirsin û heta nedikarîn baxivin jî. Lê bi derketina Rêbertî re, bi saya fikir û felsefeya Rêbertî jinan xwe naskir û îro ji bo bidestxistina mafê xwe di her qadekê de têkoşîn didin meşandin. Eger em îro dikarin bi zimanê xwe bixwînin, çand û hunera xwe bi awayek azad pêşbixin û bi parêzin, ev bi saya Rêber Apo ye. Ji bo wê jî divê herî zêde jin ji bo Rêber Apo di nava çalakiyan de bin.”

Rewşen Yeman di dewiya axafitinên xwe de bang li tevahî ciwanan bi taybete jinên ciwan kir ku ji herdemê zêdetir di nava çalakiyan de bin. Her wiha da zanîn ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan herî zêde bi berxwedan û têkoşîna ciwanan gengaze.   

Yorum Gönder

0 Yorumlar