Endama Komîteya Jinolojî ya Mexmûrê Sabiha Onar têkildarî kar û xebatê xwe yê dawî axivî û got: “Em hewl didin xwe bigihînin hemû ferdên civakê ku bikaribin wan di aliyê zanista jinolojiyê de perwerd bikin.
Jiyan
Pîran
Li ser armanca xwe gihandina hemû ferdên civakê û perwerde kirina wan ya di derbarê zanista jinolojî de ev demek dirêje Komîteya Jinolojî ya Mexmûrê dest bi xebatek berfireh kirin e. Têkildarî vê xebatê Endama Komîteya Jinolojî ya Mexmûrê Sabiha Onar ji rojnameya me re axivî.
‘Em
jin û zilaman perwerde dikin’
Sabiha
Onar di destpêka gotinê xwe de daxuyakirin ku ji bo xwe gihandina hemû ferdên
civakê dest bi perwerdekirina xebatkarên komînan kirine û wiha got: “Me beriya
vê çend dewreyên perwerdê ji bo hevalên xort yên wargehê taybet li ser zanista
jineolojiyê vekirin. Vê carê me xwest em jin û zilêman li ser zanista jineolojî
û rastiya jineolojiyê ku çawan dikarin bi hev re jiyan bikin perwerde bikin.
Xebatkarên ku di perwerdeyê de guhertin û veguhertinê di kesayeta wan de
pêşdikevin bi me re nîqaş dikin. Armanca me ya sereke ewe ku em di hevjiyana
azad a jin û mêr de jineolojî bigrin dest û jiyana civakê li ser wî bingihê
sazûman bikin e. Demê me kêm bû ji bo wê me waneyên bingihîn dan. Di perwerdê
de mijarên taybet ên wek ‘Jineolojî çiye, Jin û zanist, di kesayeta jin û mêr de
hevjiyana azad, hevserokatî, erk, endamtî
û malbat’ hatin dest girtin.”
‘Armanca
me malbatek demokratîk e’
Sabiha
Onar di berdewama axaftina xwe de balkişand li ser girîngiya perwerdeya zanista
jineolojiyê ya ji bo civaka exlaqî û polîtîk pêwîst û wiha anî ziman: “Herê
zêde mijara malbatê bala endamên perwerdê dikişand û dixwestin di wê mijarê de
bibin xwedî zanist. Ji ber ku sîstemê herî zêde dest avêtiye malbatê û di
malbatê de xwe sazûman kiriye. Li ser vê yekê jî endamên perwerdê dixwezin xwe
bigihînin malbata demokratîk ya ku civaka exlaqî û polîtîk bi xwe avadike. Em
di perwerdeyên xwe de nakevin kûrahiya dîrokê. Ji ber ku em dixwezin bi pirsgirêkên
jiyanî re mijûl bibin û ji bo wan bibin bersiv. Me perwerde li ser daxwaza
semtan li semtan da destpêkirin. Em dixwazin di demê pêş de tax, tax perwerdên
xwe bidin domandin. Em li ser daxwaz û pêwîstiyên civakê perwerdeyên xwe didin
destpêkirin. Em dixwazin civakê bikin xwedî hişmediyek zanista jineolojiyê. Em
naxwazin zanista jineolojî di teoriyê de bimîne. Em dixwazin zanista jineolojiyê
di jiyanê de bi cih bikin û li gorî wê zanistê jiyana xwe bi şêwe bikin.”
Sabiha di
dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew di perwerdeyê de xwe naskirina kes esas
digrin û wiha got: “Em dixwazin wek jineolojî kes xwe nas bike. Dema her kes
xwe nas bike, bi xwezayî jiyana nû jî tê afirandin. Em dixwazin xwe bigihînin
hêza cewherî ya kes. Li ser vê divê her neferek xwe di aliyê zanista jineolojiyê
de perwerde bike.”
0 Yorumlar