Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Me 30 salan wan parast, lê ew nikarin saniyekê jî me biparêzin!’

 Şêniyên Mexmûrê bang li Neteweyên Yekbûyî û Iraqê kirin da ku li rûmeta xwe xwedî derbikevin û gotin: “Me 30 salan rûmeta Neteweyên Yekbûyî û Iraqê parast, lê wan nekarî sanyeyekê jî me ji balefirên dewleta Tirk biparêzin!”

Şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ji ber zilm û dagirkeriya dewleta Tirk û PDK’ê gelek wargeh guhertin heta gihiştine Mexmûrê. Têkildarî van êrişan, bêdengiya dewleta Iraqê û NY, xelkê wargehê ji ajansa me Rojnewsê re axivîn.

‘Ji nav me derbikevin’

Jina bi navê Rûxweş Efrîn bi lêv kir ku zêdeyî hefteyekê ye ew wek xelkê Wargeha Mexmûrê li ser linganin û wiha qala êrişên dewleta Tirk kir: “Li aliyekê hikûmeta Iraqê di nava me de ye û li aliyê din êrişî me dikin. Madem êrişî me dike, çi karê wan di nava me de heye ku serjimêriya me dike? Bila ji nav me derbikevin. Temaşe bikin her roj li çiyayên Kurdistanê hevalan şehîd dixin, malbata Barzanî bi hemû derfetê xwe ve piştgiriya dewleta Tirk dike. Bi hevkariya malbata Barzanî leşkerên Tirk, tank û top anîne di Başûrê Kurdistanê de. Eger kêmekê wijdan bi we re hebûya, we ewqas alîkariya dewleta Tirk nedikir, we MÎT û sîxûrên xwe ne dixistin dewreyê. Eger ne bi îstîxbarata xwefiroş û xayinan bûya, wê çawan bikariba li mal û baxçeyên xelkê bidaba. Bixwe jî dizanin wargeh hemû jin, zarok, pîr û kalin. Di kêliya ku êriş dikin de, parvedikin û dibêjin me li PKK’ê daye, ti PKK di nav me de nîne. Ev hemû jî bi destê MÎT û Malbata Barzanî dikin.”

Rûxweş Efrîn di dawiya axaftinên xwe de ev tişt gotin: “Em wek xelkê Mexmûrê bang li tevahî gelê Kurd yê xwedî wijdan û şeref dikim bila rabin ser xwe, ma heta kengê emê bibin kole? Her wiha ez bang li hikûmeta Iraqê û şandeyên ku hatine di nava me de serjimêriyê dikin ku qaşo ji bo parastina me, divê li axaftina xwe xwedî derbikevin.”

‘Dîsa çav berdaye wargeha me’

Welatiyê bi navê Şûkrî Nêrwehî jî di derbarê heman mijarê de axivî û destpêkê qala pêvajoya penabertiyê kir û got: “Em ji 94’ê ve penaber bûne, heta em gihiştîn Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, gelek êrişên dewleta Tirk û xayînên Mala Barzan li ser me çêbûne. Her kesê dizanî ev wargeh ne cihê jiyanê bû, lê ev gelê xwedî rûmet û têkoşîn, ev cih kir cihê jiyanê. Dibêjin; av disekine lê dijmin nasekine, ev çend salin dîsa dijmin çav berdaye wargeha me. Bi taybet di van rojên dawî de şandeya ku ji aliyê NY ve hatiye nav me de, ji bo çavtirsandina wan û yê xelkê Mexmûrê, êrişên xwe hîn zêdetir kirine. Lê bila dost û dijmin baş bizanibin xelkê Mexmûrê bi ti êrişan gav paşde navêje.”

‘Ji van şaşîtiyên xwe vegerin’

Şûkrî Nêrwerhî di dawiya axaftinên xwe de anî ziman ku bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li beranberî Tirkiye, peymana ku wan û mala Barzan îmze kiriye û ev bang kir: “Em bang li Iraqê dikin ku ji van şaşitiyên xwe vegerin. Gelek perspektîfên Rêbertî li ser gelê Ereb û Kurd heye, mînaka wê Rojavayê Kurdistanê ye. Eger Kurd û Ereb nebin yek, wê Rojhilata Navîn ji destê me hemûyan biçe. Yê ku herî zêde zerer bibîne jî wê gelê Ereb be, ji ber ku li Rojhilata Navîn ji derveyî gelê Kurd yê ku bi fikirê Rêber Apo ve girêdayî û rêxistinkirî, ti hêz din rêxistinkirî nîne. Banga min ya dûyem ji bo NY jî ewe ku bila her carê bi gotina kesekî xwînxwar wek Elî Ewnî yan endamek ji mala Barzan yan jî dewleta Tirk ku dibêjin evane PKK ne yan çekdarin, xwe ji me qut nekin. Ez jî dixwazim pirsekê ji Cenevre bikim, madem ez PKK me, ev nasname çiye? Te ev nasname 95’ê daye min. Başe mirovek ev nasname sih salan li ser dilê xwe biparêze, te ji bo min çi kiriye? Em bang li Cenevre dikin li rûmeta xwe xwedî derbikeve. Me sih salan rûmeta we parast, hûn nikarin sanyeyekê jî me ji balefirên Tirk biparêzin!”

Yorum Gönder

0 Yorumlar