Ticker

10/recent/ticker-posts

Xwendevanên Mexmûrê dest bi sala nû ya xwendinê kirin

Dibistanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi awayek fermî dest bi sala xwendinyê ya 2024-2025’an kirin.



Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê îro bi vebûna dibistanên dayîkê, seretayî, navîn û amadeyî, bi amadebûna hezaran xwedekar û mamosteyan perwerdeya sala nû destpê kir.

Beriya ku xwendevan bikevin refên xwe, li her dibistanek ya wargehê sîrûda netewî hate xwendin. Piştî sîrûda netewî ya li Dibistana Navîn ya Şehîd Jiyan, li ser girîngiya perwerdeyê Mamoste Beşîr Gabarî axivî.

Mamoste Beşîr di axaftinên xwe de wiha qala wate û girîngiya perwerdeyê dike: “Em ne teslîmî kesê dibin û ne jî ji têkoşîna xwe tên xwarê. Helbet pêvajoyek pir girane, lê em neçarin bi vêya re jiyana xwe jî berdewam bikin yan ji perwerdeyê bigire heta jiyana rojane divê em berdewam bikin. Bê gûman ev yek jî jiyanek pir giran dixwaze yanî emê hem perwerdeya xwe bibînin û hem jî têkoşîna xwe li hemberî dijmin bidin. Ji ber ku têkoşîna me bi saya van şehîdan hatiye vê astê, ti malek nîne ku şehîdê wî neyî. Serokatî jî zanistê ji me dixwaze yanî pêşeroja me jî girêdayî zanistê ye, eger em nezan bin wê dijminê me di her alî de bikaribe me, lê eger em zanabin kesek nikari me. Eger em zanabin, emê bikaribin pêşeroja xwe jî avabikin û serokê xwe jî ji wê zindanê rizgar bikin.”

Piştî axaftina Mamoste Beşîr Gabarî, xwendevan ketin refên xwe.

Yorum Gönder

0 Yorumlar