Ticker

10/recent/ticker-posts

Xelkê Mexmûrê li dijî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê meşiyan

Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê li ser biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê ku di derbarê rewşa Rêberê gelê Kurd Abdullha Ocalan de hatiye girtî meşiyan û gotin: “Divê têkildarî tecrîda li Îmraliyê tê meşandin biryarek demildest bê girtin.”


Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna xwe ya navbera 17-19’ê Îlonê de biryara binpêkirinê ya DMME’yê piştî 3 salan careke din xiste rojeva xwe. Ji bo nirxandina rewşa Rêber Ocalan salek dem ji dewleta Tirk re hat dayîn.

Xelkê Wargeha Penaberan Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya di derbarê rewşa Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de, nerazîbûna xwe bi meşekê dan diyarkirin.

Meş li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi amade bûna gelê wargehê destpê kir û li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî a li Mexmûrê rawestiya. Di meşê de bênavaber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî berxwedana Îmralî’ û ‘Kes nikare Roja me tarî bike’ hatin qêrîn, her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilind kirin.

Li ber avahiya NY’ê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên doza Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endamê Rêveberiya Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusif Gundîkî axivî.

Yusif Gundîkî di destpêka axatina xwe de destnîşan kir ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê tê meşandin li ser tevahî gelê Kurd tê ferz kirin û wiha got: “Rêbertiya me bi komployek navdewletî hat dîlgirtin û niha di girtîgeha Îmraliyê de bi tecrîdek girankirî yê ji derveyî exlaqê mirovahiyê tê ragirtin. Em wek gelê Kurd berxwedana wî ya 26 salan silav dikin û em soza şopandin doza wî didin. Li cihê ku saziyên mafê Mirovan, saziyên navdewetî û cîhanî li erk û berpirsyartiyên xwe rabin vê tecrîdê ji holê rakin, biryara salekê çavdêriyê tê girtin. Ev biryar bi serê xwe tecrîde. Em bang li tevahî saziyên navdewletî, yên mafê mirovan û yekîtiya Ewropa dikin ku demildest li erkê xwe rabin û Rêbertiya me ji tecrîda girankirin rizgar bikin. Em wek gelê wargehê vê biryara hatî girtin napejirînin, ji ber ku biryarek ne têrkere. Emê heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe li qadan bin û têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar