Ticker

10/recent/ticker-posts

Hikûmeta Iraqê: Wê li ser asta dîplomasî bersiva pêwîst bidin Tirkiyeyê

Hikûmeta Iraqê komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê şermezarkir û got, wê di asta dîplomasî de bersiva pêwîst were dayîna Tirkiyeyê.


Wezareta Karên Derve ya Iraqê li dijî komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de êriş hat şermezarkirin û hat diyarkirin bombebaran temsîla binpêkirinek eşkere ya li ser serweriya Iraqê dike. Her wiha hat gotin, “Ev gefeke eşkere ye li ser ewlehiya sivîlan ku di encama vê êrişê de gelek welatî şehîd û birîndar bûn. Vê êrişê ewlehî û aramiya gelê Iraqê hedef girtiye. Ev binpêkirina peyman û yasayên navdewletî ye. Emê divê derbarê de helwesta xwe ragihînin.”

Di beşek din a daxuyaniyê de tê gotin, “Li ser asta herî bilind a dîplomasî wê bersiva Tirkiyeyê were dayîn. Destpêkê wê serî li Encûmena Asayîşê were dayîn, her wiha wê hemû tedbîrên ku biryar li ser hatine dayîn werin girtin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar