Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê banga helwesteke netewî ya hevgirtî li Iraqiyan kir û got: “Divê Iraq bi awayeke fermî giliya Tirkiye bike û civaka navnetewî jî diber van binpêkirinên Tirkiyeyê de berpirsyar e.”
Serokê Hevpeymaniya Nesir û serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitter’ê komkujiya dewleta Tirk a li Zaxo’yê ku 9 geştiyarên ji pêkhateya Ereb jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndarbûn, şermezar kir.
Ebadî bang li hêzên siyasî yên Iraqê bi awayeke yekgirtî li dijî êrîşên Tirkiye rawestin.
Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî diyar kir hevpeymaniya wan êrîşa Tirkiye ya seyrangeheke Dihokê şermezar dike û vêya weke tawan û êrîşkariyek li dijî gelê Iraqê dibîne.
Ebadî ji hikûmeta Iraqê xwest bi awawayeke fermî gilîya Tirkiye bike û got: “Civaka navnetewî di ber van binpêkirinên Tirkiyeyê de berpirsyar e.”
Heyder Ebadî ji hêzên siyasî yên Iraqê û mûxalefeta civakî jî xwest li dijî binpêkirinên Tirkiye bersiveke yekgirtî, netewî û bihêz bidin.
0 Yorumlar