Li paytexta Iraqê Bexdayê alîgirên Tevgera Sedir li dijî komkujiya li Zaxo pêkhatî, li ber deriyê balyozxaneya Tirkiyê xwepêşandan li darxistin. Çalakvanan ala Tirkiyeyê ji ser balyozxaneyê daxistin xwarê.
Piştî peyama Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, hejmareke zêde xelk berê xwe dan ber derê balyozxaneya Tirkiyê ya li Bexdayê. Li dijî komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê pêkaniyî xwepêşandan hat li darxistin.
Welatiyên Iraqê û alîgirên Tevgera Sedir komkujiya dewleta Tirk şermezarkirin û dibêjin: “Em wek alîgirên Tevgera Sedir li vir xwepêşandan li dardixin.”
Tevî ku di balyozxaneyê de hejmarek zêde hêzên ewlehiyê hebûn, lê xwepêşander çûn li ser banê konsolosxaneya Tirkiyeyê û ala Tirkiyeyê daxistin xwarê.
0 Yorumlar