Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê çeteyek a DAIŞ’ê hate kuştin

Li navçeya Mexmûrê ya ser bi Mûsilê di kemîna artêşa Iraqê de li nêzî sayloya navçeyê çeteyekî DAIŞ’ê hate kuştin.


Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl bi daxuyaniyekê diyar kir ku li navçeya Mexmûrê artêşa Iraqê bi fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî şeva borî kemîn li pêşiya çeteyên DAIŞ’ê danî.

Yehya Resûl bi daxuyaniyekê ragihand ku di kemînê de li nêzîkî Sayloya Mexmûrê çeteyekî DAIŞ’ê hat kuştin.

Tê kildarî nasnameya çeteyê hatî kuştin ti agahî nehatine dayîn.


Yorum Gönder

0 Yorumlar