Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya KCK’ê komkujiya Zaxo şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî û herêmî kir ku nebin hevkarê sûcê şer ên dewleta Tirk a bi xeyalên Neo Osmanî li herêmê xwînê dirijîne.
Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya KCK’ê li ser komkujiya
dewleta Tirk a li Zaxoyê pêk anî daxuyaniyek da. Komîteyê bi bîr xist ku
dewleta faşîst li Kurdistanê li her derê di 7 mehên dawî de 28 sivîl qetil
kiriye, diyar kir ku para hêzên navneteweyî û paşverûtiya herêmî di qetlîamê de
heye û got: “TC a faşîst a qirker ku di serî de ji NY, DYE, NATO, YE û
paşverûtiya herêmî û hevkarên Kurd destekê digire û piştevaniyê digire, di
polîtîkayên xwe de sînoran nas nake, li gel sivîl û gerîlayan xwezaya
Kurdistanê tine dike, dişewitîne û hildiweşîne.”
Daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya KCK’ê wiha ye:
“Ji 20’ê Tîrmeha 2022’an û vir ve dewleta Tirk a faşîst û
dagirker bi hevkariya PDK’ê êrîşên dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê bênavber
didome. Duh piştî nîvro, artêşa Tirk li gundê Perexê ya herêma Derkarê ya
Zaxoyê bi topan geştyarên Ereb bombe kir.
Di bomberdûmana ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve pêk
hat, 8 geştyar jiyana xwe ji dest dane û 23 kes jî birîndar bûne. Di nava 7
mehên dawî de ji ber êrîşên dewleta Tirk a faşîst 28 sivîl bê daraz û neheq
hatin qetilkirin. Dewleta Tirk a faşîst û qirker di serî de li Başûrê
Kurdistanê, Rojava û Bakurê Kurdistanê polîtîkayeke ya qirker ku naşibe ti
qirkirinan li ser gelê Kurd dike. TC a faşîst a qirker ku di serî de ji NY,
DYE, NATO, YE û paşverûtiya herêmî û hevkarên Kurd destekê digire û piştevaniyê
digire, di polîtîkayên xwe de sînoran nas nake, li gel sivîl û gerîlayan
xwezaya Kurdistanê tine dike, dişewitîne û hildiweşîne.
TC a li ber gerîla li Zap, Avaşîn û Metînayê windahiyeke
mezin a dîrokî dijî, di serî de bombeyên taktîk nukleer, çekên termobarîk û
çekên kîmyasal ku dikevin çarçoveya sûc û qedexe bi kar tîne. Qirêjiya şer a
AKP-MHP’ê ku tevî vê encam nagire li Şengal, Mexmûr, Kune Masî, Kelar, Rojava,
Mûsil-Nînova, Silêmanî û herî dawî li Zaxoyê bi dehan mirovên me qetil kirin û
bi dehan jî birîndar kirine.
Bi bêdengiya hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê van êrîşan
rewa nîşan dide.
Divê di serî de li dijî êrîşên bê hed û hesab ên Tirkiye ya
li ser Iraq û Sûriyeyê di serî de NY, DYE û YE hêzên navneteweyî bibin xwedî
helwest; nebin hevkarên sûcên şer ên TC’ê.
Divê armanca esasî ev be, rejîma faşîst a bi xeyalên Neo
Osmanî ku hemû herêm di nava xwînê de dihêle, were sekinandin. Divê hemû
dînamîkên herêmê vê bizanibin, heta faşîzma Tirk neyê bê bandorkirin,
derbaskirin di serî de ne Rojhilata Navîn û ne jî cîhan wê aram nebe.
Em bang li gel û dostên xwe dikin ku li dijî vê êrîşê careke
din helwest û çalakiyên xwe di asta herî rêxistinkirî û bilind de nîşan bidin.
Em mirovên xwe yên şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin, daxwaza şifaya xêrê ya
herî lez ji bo birîndaran dixwazin. Em tevger û gel soz didin ku em ê hesabê vê
qetlîamê ji rejîma TC’ê bipirsin.”
0 Yorumlar