Ticker

10/recent/ticker-posts

TEV-DEM’ê Komkujiya Zaxoyê şermezar kir

TEV-DEM’ê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê pêk anî şermezar kir û ji bo parastina gelê herêmê banga ferzkirina qedexeya qada  hewayî li herêmê kir.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirekr li gundê Perex ê Zaxoyê pêk aniye û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes birîndar bûn daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker carek din sûcên tirsonek pêk anî. Bi rêya balafirên nûjen, bi zanabûn cihekî geştiyariyê yê sivîlan li herêma Zaxoyê bombe kir, di encamê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûn. Ev ne cara yekê ye ku ev dewleta faşîst komkujiyan li dijî sivîlên Kurd û Ereb pêk tîne, çi li bajarên Başûrê Kurdistanê, çi jî li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Beriya niha jî dagirkeriya Tirk kombûyînên sivîlan li zêdetirî herêmekê hedef girtin. Ev yek niyeta xirab a hikumeta AKP’ê ya terorîst nîşan dide, ku dixwaze siyaseta xwe ya faşîst a ji hundir û derve têkçûyî li ser vîna gelên aştîxwaz ferz bike. Ev sûc wekî reaksyoneke tolhildanê piştî civîna Tehranê pêk hat. Ji ber zihniyeta xwe ya sûcdar û ji ber ku nikarî aliyên navneteweyî derbarê lidarxistina operasyona xwe ya leşkerî ya li dijî îradeya gelan, rûxandina çandên civakî li herêmê û koçberkirina bi darê zorê, nikarî îqna bike, hevsengiya xwe ya siyasî winda kir. Ev siyasetên qirêj encama lihevkirinên bi hin ailyên iraqî û kurdî re ye.

Em vê sûcê tisonek ê dewleta Tirk a dagirker pêk aniye bi tundî şermezar dikin.

Civaka navneteweyî û di serî de Neteweyên Yekbûyî ku çav li firîna balafirên dewleta Tirk li asîmanê Başûrê Kurdistanê û Rojava digire û tu girîngiyê nade îradeya gelên ku teror têk birine, berpirsiyarên vî karî ne.

Em bang li aliyên herêmî, navneteweyî û NY’yê dikin ku berpirsiyariyên xwe yên exlaqî pêk bînin û ji bo parastina herêmên me ji balafirên şer ên dewleta Tirk a faşîst biryara qedexeya hewayî bidin.

Em bang li hemû civak, pêkhateyên herêmê û rêxistinên civaka sivîl û hêzên siyasî û nîştimanî dikin ku di yekkirina helwestên exlaqî dikin bi îsrar bin û li her cihî li dijî siyasetên qirêj ên li dijî îradeya me û gelê me, asta berxwedan û têkoşînê bilind bikin.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar