Desteya Ewlekariya Mîllî ya Iraqê ku piştî qetlîama dewleta Tirk li gundê Perex a Zaxo kirî û şûnde kom bû, piştî civînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku fermî lêborînê bixwaze û hêzên xwe ji Iraqê vekişîne kir.
Piştî komkujiya dewleta Tirk ya li Zaxoyê Konseya Ewlekariya
Netewî ya Iraqê civiya û piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hate weşadin. Di
daxuyaniyê de ji Tirkiyeyê tê xwestin bi awayeke fermî lêborînê bixwaze û hêzên
xwe yên leşkerî ji Iraqê vekişe.
Konseya Ewlekariya Netewî ya Iraqê ji ber komkujiya dewleta
Tirk a li Zaxoyê bi lez civiya û hin biryarên nû li dijî Tirkiyeyê girt.
Di derbarê naveroka civînê de daxuyaniyek hat dayîn û hat
diyarkirin êrişa ku li seyrangeha Zaxo pêkhatî û welatiyên sivîl bûne qurbanî
bi zimanek herî tûnd şermezar dikin.
Di civînê de 8 biryar hatin girtin ku ew jî wihane;
– Konseya Ewlekariyê wezareta karên derve erkdar kir ku
dosya di derbarê êrişên Tirkiye yên li ser serweriya Iraqê û ewlehiya Iraqê de
amade bike. Bi lez van dosyayan radestî Konseya Ewlekarî ya Netewên
Yekbûyî bike.
– Wê Wezareta Karên Derve ya Iraqê balyozê Tirkiye yê Iraqê
bang bike û di derbarê cezayan de agahdar bike.
– Anîna berpirsê karûbarên Iraqê li Enqere bi mebesta
şêwirînê. Her wiha ragirtina şandine balyozê nû yê Tirkiyeyê.
– Erkdarkirina fermandarê operasyonên hevbeş ji bo
pêşkêşkirina raporek li ser rewşa sinorê Iraq-Tirkiyeyê.
– Lêkolîna derbarê rewşa qurbaniyên êrişê û malbatên şehîdan
her wiha tanzîmata wan.
– Wê li gel hikûmeta Herêmê hemahengî çêbe ji bo
pêşîlêgirtina binpêkirinan û girtina tedbîrên çarenûsaz.
– Daxwaz ji Tirkiye dikin bi awayek fermî lêborînê bixwaze û
hêzên xwe yên leşkerî ji tevayî xaka Iraqê vekişe.
– Konseya Ewlekariyê carek din dubare dike nabe ku xaka
Iraqê bibe qada êrişkirina ser her welatek û bi safîkirina hesaban. Her wiha bi
tûndî hebûna her rêxistinek terorîst yan grubek çekdar li ser xaka Iraqê red
dike.
0 Yorumlar