Wek tê zanîn ev demeke êrişên dewleta Tirk ya dagirker bê navber li ser tevahî herêmên Kuridstanê bi taybetî li ser Herêma Bakurê Rojhilatê Suryê didome. Ev demek dirêje dewleta Tirk gefên êrişkirina li Rojavayê Kurdistanê dixwe. Dewleta Tirk her roj bi rêbazekî êrişî herêma me dike. Ev êriş bi awayek eşkere li ber çavê hemû mirovahiyê li ser gelê me pêk tîne. Ev êriş li ser armanca çavtirsandin û şerê taybet ji bo têkbirina civakê tên pêkanîn. Bi hemû rêbazan êrişî me dikin. Di demên derbazbûyî de jî diyer bû ku ji bo gelê Kurd tine bike dixwaze deweltên derdora xwe ji bike hevkarê xwe. Herî dawî ji dewleta Fînlandiya û Siwêd yên ku dixwestin bikevin NATO’ê de, dewleta Tirk xwest li hember gelê Kurd li kêleka wî cihê xwe bigre. Em dikarin bibêjin di mijara Kurd, destkeftiyên Kurdan û pirsgirêka Kurdan de hemû dewletên NATO yên ku di nava wan de nakokî hene di mijara Kurdan de dibin yek. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk gelek hewldanên mezin dike ku Kurdan û projeya netewa demokratîk tine bike. Piranî di rojên pîroz û ji bo me girîng de êrişî me dikin. Bi taybet jî herêma Bakurê Rojhilatê Suriyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatî dagirkirin rojane êriş, talankirina mal û milkê gel pêktê. Di Serê Kanî û Efrînê de diz, çeta û kujerên xwe lê bi cih dikin, dixwaze demografiya herêmê biguherin. Lê her kes li hember van êriş û gefên dewleta Tirk bê denge, kesên azadîxwaz, saziyên mafê mirovan, yên dibêjin em demokratin û bi taybet jî dewletên NATO yê li hember van êriş û gefên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Suryê ker, Kor û lalin. Em li vir dikarin bibêjin ev komployeke ku ji bo qirkirin û tinekirina Kurdan di vê herêmê de pêk were hevalbendiya dewleta Tirk tê kirin. Dema em temaşe dikin dewleta Tirk bi serê xwe nikara van êriş û gefan li me bike, hevkar û alîgirên dewleta Tirk hene di van êrişan de. Gelek dewlet û kes çiraya kesik ji dewleta Tirk re pêxistin û rêxweşiyê dikin. Ev êrişên li ser me tê kirin bi çekên NATO’ê tê kirin. Dewletên Navnetewî û dewletên cîhanê tevahî deyîndarê gelê Kurdin. Ji ber ku yên dawî li terora DAIŞ’ê anîn gelê Kurd e. Ev jî li ber çavane, ger êrişek ya dewleta Tirk li ser herêmê pêk were metirsiya zindîbûna DAIŞ’ê heye. Ev wê rê li pêşiya komkujî û kuştina mirovahiyê veke. Ji ber ku em hemû jî dizanin yê ku DAIŞ derbazî Şengal û Rojavayê Kurdistanê kirî jî dewleta Tirk bixwe bû. Dewleta Tirk niha dixwaze Til Rifatê û Minbicê dagir bike. Lê wek gelê Bakur û Rojhilatê Suryê, jin, ciwan û herkes li ser bingihê şerê gel ê şoreşgerî emê li hember van êrişan li berxwe bidin. Wek Rêveberiya Xweser divê demê de li tevahî herêmê rewşa awarte hatiye ragihandin gel li hember van êrişan xeta berxwedanê bingeh digrê. Di rewşa êrişê de wê her ferdek yê civakê wek leşker li kêleka QSD’ê li hember van êrişan destkeftiyên herêmê yên bi xwîna şehîdan hatî destxistin biparêzin. Ji ber ku hêza leşkerî bi serê xwe wê nekare li hember vê êrişê raweste. Emê bi şerê gel ê şoreşgerî li hember vî şerê li berxwe bidin ax û welatê xwe bi parêzin. Mînakê van ya herî ber biçav ji şerê Efrîn û Serkaniyê bû. Emê mil bi mil li gel şervanên xwe axa xwe ji dagirkeran bi parêzin niha li ser wê bingihê rewşa awarte hatiye raghandin. Ev deh salin ev herêm bi hêza gel li hember hemû êrişên dagirker li berxwe dide û xwe bixwe rêvedibe. Em ti caran ji êrişê dagirkeriya Tirk na ditirsin û em ji hemû êrişan re jî wek gel amadene ku xeta berxwedanî û serkeftinê bilind bikin.
Mizgîn Xelîl - ROJEV
0 Yorumlar