Ticker

10/recent/ticker-posts

Ciwan wê şer bikin û ser bixin!

Di nava hemû civak û netewan de yê ku bikare guherîn û veguherînê bike, bi erka pêşengtiyê rabe ciwan e. Ev tişteke neguher û mutlaq e.

Ji bo wê di hemû pêşketinên heyî de teqez divê ciwan hebin û pêşeng bin. Taybet di mijara azadî û serfiraziyê de, ciwan cih negire ne mimkûne ku pêşketinên baş û encamgir hebe.

Ji bo wê ye ku Rêber Apo di gava yekem a têkoşînê de ev risteya zêrîn a demê ‘Me ciwanî destpê kir, em ê bi ciwanî ser bixin’ got. Ev bû destpêkek. Ciwan divê vê erkê bigire ser milê xwe. Ciwan hem hêz e, hem dînamîke û hem jî di warê guherînê de xwedî potansiyeleke ya demê ye. Taybet ji bo me Kurdan ciwan xwedî pênaseyeke ya serketinê ye.

Ciwan weke motora civakê hatiye pênasekirin û dîsa di warê civakbûnê de jî xwedî mîsyoneke ya veneguher e. Îro li nava hemû artêş û pêşketinên cîhanê de mejiyên ciwan û dîsa rola ciwanan a serxistinê heye. Ji astronamiyê bigire heta çandinî û mezaxtinê bigire hêza herî zêde bandorker ciwane.

Ji bo civakek weke me Kurdan ku tim êrîş û zilm li ser heye. Dagirkerî û mêtingerî li ser heye. Hêza ciwanan divê di warê avakirin û têkoşînê de zêdetir be. Têkoşîna me ya Tevgera Azadiya Kurd bi komek ciwanan destpê kir, îro bi hezaran li her derê cîhanê bi ciwanî li ber dagirkerî û zilmê têkoşîn dike.

Mînaka wê ya herî heybet jî li Kurdistanê tê kirin. Ciwanên pêşeng ên kadroyên PKK’ê ji Mazlûm Dogan bigire heta Çaran û ji wan bigire heta Berxwedana Rojiya Mirinê ya Kemîl Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li dijî zilm û zordariya faşîzma demê ya Kenan Evren û Esat Oktay li ber xwe dan. Serî dan sir nedan, serî netewand, teslîm nebûn. Mîrateyeke wiha ya xurt ji ciwanên Kurd re hişt.

Niha jî li çiyayên Kurdistanê ciwanên Kurd bi heman ruhî li ber her cûre teknîk û çekên kîmyewî li tunelên şer li ber xwe didin. Eger ku ruheke wiha yê kadroyên pêşeng ên PKK’ê ku dayî avakirin neba, wê îro ciwanên Kurd li wan tunelên şer saetekê jî nedikarî li ber xwe bide. Ruhê wan bû mîrateya têkoşîn û berxwedaneke qehîm a li ber faşîzim, mêtingerî û qirkirinê.

Ji bo wê ye ku ciwanên Kurd xwedî ruheke wiha ya xurt a serketinê ye. Serî natewîne, teslîm nabe. ji bo wê ye ku di vê pêvajoya pêşiya me ya şer û têkoşînê de divê ji her demê zêdetir ciwan bi erk û mîsyona xwe rabe, tevlî bibe, şer bike.

Li çiyan, li bajar û li her derê, têkoşîna ciwanên Kurd bigihîne cîhanê. Bide nîşandan ku ciwanên vî gelî li dijî qirkirin-mêtingeriyê xwedî sekneke ya fedayî ye. Ji bo azadiya gelê xwe, xwe feda dike.

Ji ber ku ciwan vê neke, wê kesek din nikare vê bike. Serketin û encama tê xwestin wê pêk neyê. Li aliyê din ev erk a ciwanan e. Taybet jinên ciwan xwedî ruhê Zîlan, Arîn, Sara, Delalan û sedan şehîdên din ên fedayî li ser xeta Têkoşîna Azadiya Jinê canê xwe feda kirin bimeşe.

Ji niha û şûn ve şerê tê kirin, şerê ne serfirazî ye. Tevgera Azadiyê weke ‘Şerê man û nemanê’ pênase kir. Ji bo wê ye divê ev şer teqez bibe şerê me yê serfiraziyê û hebûnê. Em winda bikin, wê gelek tişt bên windakirin. Serkeftina di şer de serkeftina li ser mase ye. Eger di şer de dewleta Tirk û faşîzim winda bike, teqez li ser maseyê aştiyê jî wê winda bike. Ji bo wê ye ku dixwaze ji her alî ve êriş bike û me tine bike.

Em jî wê rê nedin wê û ji bo doza xwe û azadiya gelê xwe weke ciwan tişta bikeve ser milê me bê dudilî û bê sekin heta serketinê bidomînin. Ciwan wê şer bikin û ciwan wê ser bixin. Ciwan wê ala ji pêşengên xwe hildayî, di wareke azad û serfiraz li ba bike.

Harûn Evîndar - ROJEV


Yorum Gönder

0 Yorumlar