Endama Komîteya Aborî ya Wargeha Mexmûrê, Gulê Batman diyar kir ku gel çiqas xwedî li kooperatîfê derbikeve, wê kooperatîf ew qas mezin bibe û got: “Dema mirov xwedî li keda xwe derbikeve, wê feydeyên wê jî gelek hebe.”
NÊRGÎZ KARA - ROJEV
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi keda destê gel
kooperatîf ji bo debara jiyanê hatiye avakirin û ji aliyê gel ve tê rêvebirin.
Têkildarî kar û xebatên kooperatîfê, Endama Komîteya Aborî ya wargehê, Gulê
Batman ji rojnameya me re axivî.
Gulê Batman di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman: “Kooperatîf bi keda
gel hatiye avakirin, di roja me ya îro de jî gel çiqas xwedî li Kooperatîf derbikeve,
wê Koperatîf ewqas mezin bibe û wê gel feyde jê bibîne. Di demê niha de projeya
ku di meriyetê de Tehîn e, ev Tehîn niha tê çêkirin û ji ber ku ti madeyê cûda
têde nîne rastî eleqederiyek baş tê. Ji ber wê çendê kesên ku têde kar dikin jî
jê razîn e. Ev nêzî 4 sale ambargoyek ji aliyê PDK’ê ve li ser wargehê heye. Bi
ambargo û bi êrîşên cûda dixwazin gelê vê wargehê terbiye bikin, lê li rûxmê
wiya jî gel hertim xwe li ser lingan digre, bi taybet di milê aborî de. Em
dizanin ku di demê ambargo de gel pir zorî kişandin, lê belê dîsa jî xwedî li
ked û karê xwe derdikevin.”
‘Divê em karê xwe hîn mezintir bikin’
Gulê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku dema mirov
temaşeyî vê pêvajoyê bike wê bê dîtin ku ji her alî de êrîşî gelê Kurd tê
kirin, bi taybet li ser vê wargehê di hemû milan de êrîş tê kirin û wiha domand:
“Çima PDK’ê ambargo danî li ser vê wargehê? Ji ber ku dixwazin vî gelî her tim neçarî
xwe bikin, çiqas hewldan jî lê nekarin vî gelî bixin di bin kontrola xwe de. Tişta
ku niha dikeve li ser milê me ewe ku em karê xwe hîn mezintir û bi hêztir
bikin. Ji ber bêderfetiyan projeyên ku me danî, wê hinekê dereng bikevin
meriyetê. Jixwe niha 2 projeyên me hene; Tehîn û Tirşî. Lê ji ber ku werz hat guhertin,
me projeya Tirşî da sekinandin dema bû Bihar wê dîsa destpê bike. Lê Tehîn heta
niha jî berdewam e.”
Endama Komîteya Aboriyê Gulê Batman axaftina xwe wiha bi
dawî kir: “Ev cejna borî dîsa me dît gel eleqetek baş nîşanî vir didin, mirov
dikare bêje gelê wargehê pêwistiyên xwe piranî ji vir kirîn, ji ber ku li gorî
dikanên din tiştên vir hîn guncavtirin. Bi giştî kar û xebatên me baş derbaz
dibe. Kooperatîf me kooperatfa gele. Mînak gel dikarin berhemên weke hêk, mast,
sewze û fêkî bînin vir û bifiroşin ji ber ku ev cihê gel e.”
0 Yorumlar