Ticker

10/recent/ticker-posts

ÊŞA DI DILÊ DAYÎKAN DE

Di her gotinek yê dayîkan de em xwe winda dikin û ji nûva zindî dibin. Ji ber ku dayîkên vî warî li pişt çiyayên asê di nava zozanên bedew yên ku serê Îskenderan tewandin, çavê xwe li jiyanê vekirin. Bila min berdin nava himbêza dayîkên dil şewat da ku jiyanê ji wan fêr bibim û bibask bibim ku bikaribim jiyanek nû ji jinên vî welatî re bafrînim. Dayîkên wargeha Penaberan a Mexmûrê bi êş û berxwedanê jiyana xwe hunadin û kirin gerdenî di stuyê xwe de anîn. Zahîde Govikî jî yek ji wan dayîkane ku wiha qala çîrok û serpêhatiya jiyana xwe ji me re dike.

Dayîka Zahîde li gundê Govikî ya navçeya Elkî ya serbi Şirnexê çavên xwe li jiyanê vedike. Zarokatiya xwe hîn zêdetir bi xwişkên xwe re di nava xwezaya gund de derbaz dike. Bi dilpakiya zarokatiya xwe li xweza û mirovan dinêre. Ji ber wê nêzikatiya bavê xwe ya li hember xwişkên xwe ji nêz ve dişûpine û dixwaze fêm bike. Di nava malbatê de gotina bavê wê derbazdar bû. Hemû xwişkên Zahîde li gorî daxwaza xwe di temenek biçûk û li gel zilamên mezin dide zewicandin. Xwişkek ya wê jî serhewî dide. Malbat neçar bû li gorî biryara bavê wê tevbigerin, dema ne li gorî wî tevgeriyaban bi lêdanê bedelê wê didan.

Zahîde baldikişîne li ser bê mafiya ku li ser jinê tê pêkanîn û wiha qala zewicandina xwe dike: “Mafê jinê yê axaftinê tine bû. Hevjînê min koçer bû di hatin zozanê me, li wir ez dîtim û hatin xwestina min. Dema hat xwestina min bavê min got. ‘Ji min re jî guncawe.’ Lê dayîka min ne pejirand got, keça min biçûke karên mala we girane wê nekaribe vî barî rake.’ Bavê min wê kêliyê nekarî ji ber xwazgîniyan tiştekî bike, xwazgînî paşde çûn. Piştî xwezgînî çûn bavê min li dayîka min xist, dayîka min bi qasî hefteyekê ji nav cihan derneket. Bavê min got, ‘Dema min biryarek da divê were pêkanîn. Nabûna wê mijarê nîne, tu nikarî li gel kesek din gotina min li erdê bidî.’ Piştî wê dayîka min got bavê min ‘Tu çi biryar li ser keçên xwe didî bide ez karê xwe jê nayînim.’ Sala din heman wextê cardin malbata hevjînê min hatin xwestina min. Dayîka min got, ‘karê min pênektiye bavê wê çi bêje ewe.’ Bavê min ji dayîka min re got, ‘Ger ev çênebe, ez keça te serhewî bidim yekê din.’ Li ser wê gotinê zewaca min pêkhat.

Dema Dayîka Zahîde di zewice rastî gelek zoriyê jiyanê tê. Di temenê xwe yê zarokatî de li hember hemû zoriyên jiyanê radiweste. Hemû barê jiyanê dide ser milê xwe û dixwaze bi wê jiyanê re xwe bike yek. Ruxmê vê jî gelek caran endamên malbatê ser dayîka zahîde de diçin. Ev rewş heta hatina PKK’ê ya gundê Pîran berdewam dike. Dayîka zahîde di berdewama gotinên xwe de diyar kir ku dema PKK tê gundê wan guhertinek berbiçav ya di nava jiyana rojane de jî çêdibe û wiha didomand: “Dema rêxistin tê gund kêm ji be di nava jiyana rojane de jî guherinê berbiçav tên jiyan kirin. Em li pey doz û têkoşîna jiyanek azad ketin. Di sala 1990’an de dewleta Tirk bi hinceta alîkarî didin rêxistinê êrişî gundê me kir. Bi destê xezûrê min gund û malên me hemû şewitandin, ji ber wê em neçar man ji gund derkevin. Em demek li Deştadarê man, dema em li Deştadarê ez û 4 jintiyên xwe beşdarî serhildana Hezex bûn. Di wê serhildanê de herî kêm 40 şehîd û birîndar çêbûn. Jiyana me ket xeteriyê welatparêzekî ku ji Deştadarê bû em rizgarkirin. Ji ber ku tenê kurek min hebû malbata hevjînê min got pêwîste hevjînê te jinek din bîne. Li ser vê yekê hevjînê min jinek din jî anî.”

Hevjînê dayîka Zahîde wê salê derbazî Başûrê Kurdistanê Bajarê Zaxo dibe. Malbat dibêje pêwîste em jî derbaz bibin, bi wî awayî ew jî di sala 1991’an de derbazî Zaxo dibin. Ji ber ku malbatê li Zaxo jî karê rêxistinê dikir rastî êrişên PDK’ê dihat. Piştî sê çar welatparêz li nava Zaxo ji aliyê PDK’ê ve hatin kuştin, malbat neçar dibe ji wir jî derbazî nava penaberan bibin. Ruxmê hemû zoriyên jiyanê, dayîka Zahîde êşa penabertiyê ji dide pişta xwe û têkoşîn dike. Dayîka Zahîde bi van gotina axaftinê xwe bi dawî kir û got: “Em xwedî dozekêne me çiqas bedel daye, em amadene ewqas din jî bidin. Ji ber ku me bê rûmetiyê ticaran ne pejirand, me gelek êş kişandin lê bi qasî êşên xwe me nirx qezenc kirin.”  

Jiyan Pîran

  

Yorum Gönder

0 Yorumlar