Ticker

10/recent/ticker-posts

Dest ji vejandina şefê faşîst Erdogan berdin!

Li Swêdê kesekê bi navê Rasmûs Palûdan ê rastgir tundraw hedê xwe derbas kir, hewl da pirtûka pîroz a Misilmanan Quranê bişewitîne. Heman demê ev hewldana xwe li ber avahiya Sefaretxaneya Tirk a faşîst lidarxist. Her çendî li ber çave ku rewşeke mîzanseliye jî, lê divê mirov bipirse ev kes çima di erîfeya hilbijartinê de serî li karek wiha dide, dîsa ewqas welatên Misilman hene çima tê li ber avahiya Sefaretxaneya Tirk hewl dide ku Qurana Pîroz bişewitîne? Ji wî re çi hatiye gotin? Çiqas pere ji bo wî hatiye dayîn? Ji bo wî li Tirkiyeyê çiqas razemenî hatiye diyar kirin? Eger ku tiştek ji wî re nehatibe dayîn çima serî li rêyeke wiha dide? Ew jî dizane hem li hundir û hem jî li derve AKP tengijiye. Divê bizane ku wê AKP vê ji bo propagandaya hilbijartinê bikarbîne û bixe mijara deng xwestinê. Eger ev kes li dijî Îslamê be, çima wê biçe li ber avahiya Sefaretxaneya Tirk a ku bi hezaran sale bi cewherê Îslamiyetê dileyîze, îstismar dike û bi her awayî ziyan dide? Çi eleqeya wan bi Misilmantiyê re heye ku diçe li ber seferetxaneyê dişewitîne? Bi taybet jî eger AKP û hêmanên ku niha rêve dibe, ol îstismar dike, ewqasî xirabî lê dike çima hewl tê dayîn ku ji nû ve bihejînin?

Bi rastî jî her gava ku AKP ditengije, çi di nava sînorên Tirkiye û çi jî ji derve de, çi bi zanabûn û çi jî bê zanebûn hinek bi rola rizgarker radibin. Yan jî hinek bi zanabûn dikevin nava rola rizgarkirinê. Vê carê jî nayê zanîn bê ka rola hêzên hegemon ên navneteweyî di rizgarkirinê de heye an na, lê AKP her gavê weke çeqelan dikeve li ser çar lingan. Ji bo şefê faşîst Erdogan û partiya wî xwe li ser lingan bigirin her kes seferber bûye. Tevî ku pêşeroj diyare ku nikarin rêveberiyê bikin jî, bi israr dixwazin vê yekê bidomînin. Bi rastî jî ji sala 2011’an û vir ve ku eger têkoşîna bê hempa ya PKK’ê nebûya, wê hê ji mêj ve rejîma Baas hilweşiyaba û Esad jî benê sêdarê ve bihata daliqandin. Dîsa wê bi destê xiyanetkaran xaka Iraqê bi temamî bihata dagirkirin. Jixwe şefê faşîst Erdogan fermana dagirkeriyê dide û bi xeyalê Neo Osmaniyê dişewitîne  û talan dike, wê berê xwe daba giştî herêmê, Asya Navîn û Efrîqayê. Gelo wê parzemîna Ewropayê derveyî vê bimaba? Na, eger ku ejdadê wî heta pêşiya Viyanayê çûbe, wê ew jî hewl bide vêya bike. Eger ku pêşî neyê girtin wê, derbas jî bike.

Binêrin PKK’ê ji pêvajoya Bihara Ereban tê gotin û heta niha li ber talan û wêrana şefê faşîst Erdogan û dewleta Tirk a qirker bûye keleh, lê digel vê jî dewleta Tirk a qirker-mêtinger Iraq û Sûriye di serî de Ege, Qerebax, welatên Efrîqa veguherandiye qadên şer û nakokiyan. Wisa bifikirin ku PKK zeîf bûye an jî têk çûye, çawa ku Hîtler li serê dinyayê bû bela, 70’ê milyon mirov qetil kir, wê şefê faşîst Erdogan zêdetir xirabiyê bike. Eger ku sala 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê yên li serê mirovahiyê bûyîn bela, bi pêşengtiya PKK’ê nehatiban têkbirin wê welatên Ewropa, Emerîka mîna Iraq û Sûriyeyê lê bihatan. Her kes dizane yên DAÎŞ avakirîn Emerîka û hêzên Rojavayî bûn, lê dema ku şefê faşîst dest avêt çeteyan, berê xeteriyê ket nav hêzên navnetewî.

Ji ber vê, ji roja ku we dest bi rêvebirina cîhanî kir û hetanî roja îro, derveyî ziyanê ti feydeyek neda mirovahiyê û ev bîst salin jî hûn şefê faşîst li ser piyan digirin.  Dest ji vejandina şefê faşîst Erdogan berdin. Dîsa, hûn difikirin ku qenciyekê jê re dikin, lê hûn ya herî xirab dikin. Dibe ku we heta niha feyde jê girtibe, lê eger hûn vê piştevaniyê bidomînin wê sibê bibe bumerang û wê li we vegere. Lewra ji bo dewleta Tirk a qirker-mêtinger, ji bo şefê faşîst nebin nefes. Ma ne bese ku ev bi dehan salin, hûn wî wekî ‘Şûrê Demokles’ li ser serê Kurdan û mirovahiya bindest didin hejandin?

Ferhat Zap


Yorum Gönder

0 Yorumlar