Ticker

10/recent/ticker-posts

Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi biryardarî dewam dike

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin bi dewirgirtina koma 9’emîn didome.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 17’an de bi koma 9’emîn berdewam dike.

Bi merasîmekê koma 8’emîn ya çalakiyê, çalakî dewrî koma 9’emîn kir. Beriya ku koma nû çalakiyê dewir bigre deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 8’emîn daxuyaniyek ji aliyê Dîcle Benek ve hate xwendin.

Dîcle Benek destpêkê sersaxî ji giştî mexdurên erdhejê re xwest û di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ev 25 salin Rêbertiya me di zindanê de ye û ev demek dirêje me ti agahî ji Rêbertiya xwe negirtiye. Armanca çalakiya me fîzîkî azad kirina Rêbertiye. Ji ber wê ji wek ciwanên Mexmûrê heta em agahiyekê ji Serokê xwe digrin, emê di nava çalakiyan de bin. Azadkirina Rêber Apo bi rêxistin kirina ciwanan pêkane. Ji ber wê jî em bang li tevahî ciwan û jinên ciwan dikin ku cihê xwe di nava têkoşîne de bigirin.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeya ‘Ciwan fedayî Rêber Apo ne’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar