Ticker

10/recent/ticker-posts

Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma 10. berdewam e

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 10’emîn berdewam dike.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 1’ê Sibatê de hatibû destpêkirin, di roja 19’an de bi dewrgirtina koma 10’emîn berdewam dike.

Koma 9’emîn ya çalakiyê, bi merasîmekê çalakî dewrî koma 10’emîn kir. Beriya dewirgirtinê deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 9’emîn daxuyaniyek ji aliyê Guneş Tang ve hate xwendin.

Di despêka daxuyaniyê de armanca çalakiya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatî destpêkirin, hate dubarekirin û wiha hate gotin: “Çalakiya demokratîk ya ku bi boneya fîzîkî azad kirina Rêber Apo ku bi dilek germ hatiye destpêkirin bi biryardariyek mezin didome. Emê jiyanek bê Rêber Apo ti carî ne pejirînin. Xeta Rêbertî hêviya hemû gelên bin deste. Hemû nêzîkatiyên li hember Rêber Apo tên raberkirin, hêza pergala Netewa Demokratîk dide diyar kirin. Navnîşana çarseriya demokratîk û aştiyek birûmet tenê bi Rêber Apo re gengaze. Rastî û heqîqeta têkoşîna li Îmralî, Herêmên Parastinê yên Medya yê, Rojava, Şengal û Mexmûrê xwe bi hemû awayî şênber kiriye. Êdî têkoşîna ku li derdora Rêber Apo pêşdikeve gerdûnî dibe û ji bo hemû gelên bindest bûye hêviyek ku dest jê nayê berdan. Li ser vê bingihê em hemû gelê Kurd yê welatparêz û hemû derdorên demokratîk vedixwînin erk û berpirsyatiyên wan.”

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Kes nikare roja me tarî bike’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar