Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê têkildarî Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî pêkanîn diyarkirin ku Rêber Apo ne tenê Rêberê Gelê Kurd e, rêberê tevahî mirovahiyê ye û gotin: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê hefsengiyekê bixe nava gelên cîhanê. Lewra divê hemû kesên ku dibêjin em xwedî wijdanin, divê destê xwe bidin hev û li Rêber Apo xwedî derbikevin.”
Xurbet Tallî
Komploya Navdewletî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî pêkanîn îsal dikeve sala xwe ya 25’an de. Her wiha ev du salin bi ti awayî agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin. Bi hincetên ji rêzê, tecrîda di nava tecrîdê de li ser Rêber Ocalan tê pêkanîn. Têkildarî vê Komployê jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji Rojnews’ê re axivîn.
‘Rêbertî jin ji goristanê rakir’
Endama Saziya Malbatên Şehîdan Sarya Kaya di destpêka axaftina xwe de Komploya 15’ê Sibatê bi tûndî şermezar kir û wiha got: “Girtina Rêber Apo ji bo me cihê xemgîniyê ye û rojekî girane. Bi taybet ji bo dayîkan 15’ê Sibatê rojekî reşe. Bi girtina Rêber Apo re bandorek pir mezin li ser tevahî gelê Kurd yê azadîxwaz, gelê bindest û bi taybet li ser jinan çêkir. Sedema ku jin herî zêde bi girtina Rêbertî bandor bûyî, ji ber ku Rêber Apo jin ji tunebûnê afirand, mirov dikare bêje Rêbertî jin ji goristanê rakir.”

‘Li şûna ku mafên gelan biparêzin, mafên gelan binpê dikin’
Sarya Kaya her wiha da zanîn ku ev komplo ne bi destê dewleta Tirk tenê, bi destê dewletên desthilatdar yên ku îro dibêjin em mafê mirovan diparêzin hat kirin û wiha axivî: “Ji ber ku gelên aştîxwaz, demokrat û azadîxwaz ne di berjewendiyên dewletên ku xwe wek parêzvanê mirovan dide nîşandane, ji bo wê êrişî wan dike. Li şuna ku mafê gelan biparêzin berovajî mafê gelan binpê dikin. Ji ber ku Rêber Apo kesekî demokrat û azadîxwaze, her tim ji bo mafê gelan xebatê dimeşîne û mafê gelên bindest dixwaze, ev daxwaza Serokatî ne di berjewendiyên dewletên desthilatdar de bû ji bo wê bûn yek û ev komplo pêkanîn.”
‘Pêwîste em li vê ronahiyê xwedî derbikevin’
Sariya Kaya di dewama axaftina xwe de diyar kir ku her roja ku derbaz dibe tecrîdê li ser Rêbertiya me girantir dikin û wiha domand: “Dewleta Tirk bi dîlgirtina Rêber Apo re dixwaze gelê Kurd tune bike, ji bo wê tecrîd di nava tecrîdê de li ser Rêbertî dide pêkanîn. Em jî wek dayîk, wek gelê Kurd, wek gelên azadîxwaz heta ku em Rêbertiya xwe bi awayek fîzîkî di nava xwe de nebînin em na sekinin. Ji ber ku Rêber Apo ji nebûnê hebûna me afirand, her tişt daye me û rêya me ronî kiriye pêwîste em jî li vê ronahiyê xwedî derbikevin. Banga me ji bo hemû kesên ku dibêjin em xwedî wijdanin divê em destê xwe bidin hev û li Rêber Apo xwedî derbikevin.”
‘Gelê Kurd mafdare’
Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel ya Wargeha Mexmûrê Ruheyv Efrîn jî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha pê de çû: “Wek gelê Kurd bi salane em li beramberî van komkujiyên ku li hemberî me tên pêkanîn berxwedan dikin. Bi derketina Rêber Apo re jinê hebûna xwe ya di nava civakê de naskir û ket ferqa hêza xwe de. Bi saya Rêbertî êdî jinê jî karî di her qada jiyanê de cih bigre û bibe xwedî gotin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê taybet erka ku dikeve ser milê jinê, di her alî de xwe perwerde bikin, pêşbixin û xwe birêxistin bikin. Divê ev sal bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Ji ber ku gelê Kurd bi salane di komkujî û qirkirina re derbaz dibin, ji bo wê jî mafê gelê Kurd heye ku weke hemû gelên cîhanê serokê xwe di nava xwe de bibîne.”

Ruheyv Efrîn di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Rêber Apo ne tenê Rêberê Gelê Kurd e, rêberê tevahî mirovahiyê ye û wiha bi dawî kir: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê hefsengiyekê bixe nava gelên cîhanê. Banga min ji bo jinên ciwan, ciwan û tevahî gelê Kurd ewe ku destê xwe bidin hev û yekîtiya xwe pêkbînin.”

0 Yorumlar