Ticker

10/recent/ticker-posts

Gerîlayê HPG’ê Xwînrêj Teyî li Mexmûrê hat bîr anîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) gerîlayê HPG’ê Xwînrêj Teyî ( Nûrûllah Azma) hate bi bîr anîn.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî gerîlayê HPG’ê Xwînrêj Teyî (Nûrûllah Azma) ku 4’ê Tebaxa 2021’ an li  Serhedê şehîd ketibû li Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê hate bîr anîn.

Beriya ku sînevîzyon were nîşandan di kesayeta Şehîd Xwînrêj de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê dayîka Şehîd Xwînrêj, Qumrî axivî: “Destpêkê serê Serokatiya me, rêhevalê wî û tevahî gelê Kurd saxbe. Xwînrêj ne tenê zarokê min e, yê tevahî gelê Kurd yê welatparêze.”

Piştî axaftinê sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Xwînrêj hatibû amadekirin hat nîşandan. Merasîma bîranînê bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’, ‘Bimre xiyanet’ bi dawîbû.







Yorum Gönder

0 Yorumlar