Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKREWANÊN ROJÊ: YEHYA BENEK - AZAD

 


Gundê Hîlal yek ji gundên qedîm ê Şirnaxê ye ku bi dîroka xwe ya hezar salan û bi dewlemendiyên xwe yên çandî yek ji heremên herî giring ên mîrateya çanda Kurdewariye ku li ser singa xwe tovên şoreşê şîn dike û şitlên wî bi berxwedaniyê dihûne û bi taybetmendiyên di nava xwe de mezin dike. Di binê her kevirek yê li ser vê xakê de bi hezaran çîrokên veşartî hene. Ev çîrok, çîrokên qehraman û lehengên keç û lawên gelê Kurde ku ji bo welatê xwe canê xwe xistine mertal. Her yek ji wan bûn parêzvanê xaka xwe li ser şopê heqîqetê ku ew bixwe heqîqet bûn. Yek ji wan jî Rêheval Yehya Benek ango Azad bû ku di sala 1976’ de li gundê Hîlal a Şirnaxê di nav malbatek welatparêz de çavên xwe li cîhanê vedike. Rêheval Azad li gund dibistanê heta sereteyê pênç dixwene. Heval Azad di temenê xwe yê biçûk de tevgera azadiya Kurdistanê nasdike û ew hestên welatparêziyê dihilê ku Rêheval Azad ji zarokên di temenê xwe de cûdatir mezin bibe, di heman demê de jî dibû sedem ku hîn zûtir bikeve nava lêgerînên jiyanê. Rêheval Azad xwedî kesayetek berpirs û dilnizme. Ji ber ku zarokê malê yê mezin bû, berpirsartiya malê jî dikeve ser milê wî û ji bo debara malê çi kar hebûya dikir. Rêheval Azad ku di hêla her ferdek yê malbat û gund de dihat heskirin, bi rûkenî û kêfxweşiya xwe dilê herkesî kêfxweş dikir. Heval Azad di nav hestên welatparêzî de her ku gerîlayên welatê xwe nasdikir, lêgerînên wî jî kûrtir dibû. Dizanibû ku ji bo welatek azad têkoşînkirin pêwîste û ev têkoşîn jî têkoşîna keç û xortên Kurd ya ku li çiyayên azad bê hempa dihate meşandin bû. Li ser vî esasî biryara xwe ya tevlêbûna nava refên gerîla dide. Dema dixwaze beşdar bibe ji hêla dijminê mirovatiyê ve tê girtin û di êşkenceyê re tê derbaskirin. Piştî dû mehan şunde tê berdan. Ev êşkence û zordariyên devleta Tirk, dihêle ku kîn û nefreta Rêheval Azad mezintir bibe û biryara tevlîbûnê mîsoger bike. Li ser vî esasî di sala 1989’an de ji bo têkoşîna xwe bê hempa bike û bibe şagirtek ji wan şagirtên Rêber Apo, berê xwe dide çiyayên welatê xwe. Navê Azad li xwe dike û wek navê xwe li ser rêgezên heqiqetê dest bi jiyanek azad a nû dike. Li ser her lûtkeyên çiyayên welatê xwe hespê xwe bi azadî dibezand. Sonda wî bû, di vê welatê xwe jî azad bikirba. Bi vê bîr û baweriyê di demek kin de xwe di bîrdoziya Rêbertî de pêş dixe û ji bo her hevalek xwe yê dozê dibe pêşengek jiyanê. Ew parêzvanê welatê xwe bû. Rêheval Azad bi fedekarî û bi cesaretek bê hempa di her çalekiyê de, di çeperên pêşde cîh digre û derbên giran baha li dijminê mirovatî dixist. Bi van çalekiyan ve tola hezar salan radikir û dibû xofek di nav dilên neyaran de. Sal 1995, dîsa yek ji wan çalekiyan bû ku heval Azad di çeperê pêş de cîh digre û êrişê dijminê mirovatiyê dikir. Di vê çalekiyê de bi cesaretek mezin êrişkir û dema paşde vegerê de bi guleyek ya neyaran re tevlî karwanên nemira dibe. Belê Rêheval Azad wek her gerîlayek Tevgera Azadiyê li beranberê zilm û zordariyê bi serbilindahî meşiya û bû hêviyên gelên mazlum û zarokên welatên dagirkirî.   

Yorum Gönder

0 Yorumlar