Ji destpêka şaristaniyê heta roja îro şer bi gelek rêbazan hat meşandin û di her pêvajoyekê de şêwazekî cûda yê şer pêşketiye. Lê belê roja me ya îro şer bi rêbazên gelek bê exlaq û bê pîvan di bin navê şerê taybet de tê birêvebirin. Îro jî şerê taybet rêbaza herî bingehîn ya şere. Ji ber ku di şerê taybet de ti pîvanekî exlaqî nayê berçav girtin. Ji bo rêxistin, partî û civakên ku li beramberî xwe tine an jî lewaz bike, her cûre rêbaz bikar tînin. Armanca vî şerî ewe ku yê beramberê xwe di aliyê hiş û hişmendî de xistina di bin venêrîna xwe de ye. wateyek din dakirkirina hişê civakiye
Rêbertî dibêje: “Şerê Taybet li hember civakê bi giştî
îlan kirina şere.” Ji vê rastiyê jî diyar dibe ku hemû beşên civakê dibe armanca
şerê taybet. Di heman demê de armanca destpêkê ya vî şerî jî tûnekirina çand,
ziman, exlaq û pîvanê civakê ye. Civak giştî ji aliyê çandî ve di bin êrişê de tê
girtin. Dixwezin civak ji koka xwe ya dîrokî qût bibe û were asta ku wek
keriyekî pez bê birêvebirin. Taybetî jî ji ber rola ciwana ya di civakê de
diyarkere, zêdetir dibin armanca şerê taybet. Armanc ewe ku ciwan bi temamî ji
çand, ziman û exlaqê civakê were qût kirin. Em serdemekî teknolojîk de jiyan
dikin û çeka herî mezin a şerê taybet jî teknolojî ye. Pergala sermayedar
teknolojî û înternetê di asta lûtkeyê de ji bo dagirkirina mejiyê ciwanan bikar
tîne. Bi vê rêbazê ciwanên roja me ya îro hatiye asta ku wek robotên ji dûrve bêne
birêvebirin. Ciwanên hatine asta robotbûnê ji her tiştî re vekiriye û pir
hêsanî ji civakê têne qût kirin. Malbatên ku zarokên xwe li ser çand û dîroka
xwe perwerde nekirî gelek bi hêsanî ji şerê taybet bandor dibe. Ciwanên ku ji
civaka xwe qût bûye yan jî civaka ku ji ciwanên xwe qût bûye, tê wateya hebûna
xwe winda kiriye û xiyanet li xwe dike. Bi vê yekê ciwan ji nasnama xwe ya mirovî
û civakî tê dûrxistin. Ji ber ku ciwan beşa civakê ya herî zêde ku bûye bela
serê pergala Sermayedare. Rola ciwantî li beramber şerê taybet pêwîste baş were
fêm kirin. Serdema şoreşa kesayetî, ciwantî ye. “Ciwantî ne bûyerekî fizîkî ye,
bûyerekî civakî ye. Di hemû partî, rêxistin û civakan de ciwan hêza pêşeng û
çalake. Fîlozof Arîstoteles di axaftinekî xwe de tîne ziman ku “girîngî bide
pêşxistina ciwanan, ji ber ku di vê mijarê de girîngî nedayîn, avahiya welat
xirab kirine.” Ev gotin jî rola ciwanan radixe ber çavan.
Ji bo vala derxistina van êrişan li beramberî şerê
taybet pêwîste sekna bi biryar û têkoşînekî xurt were raber kirin. Şerê taybet
li kûderê êriş bike, divê li wê derê têkoşîn were xurt kirin û civak were
zanekirin. Ew çiqas bixwaze civakbûnê xirabike, pêwîste civakbûn hîn zêdetir
were pêşxistin û xurtkirin. Pergala sermayedar ji bo guhertina ciwanan perwerdê
çiqas bikar bîne, pêwîste em jî li beramberî vê yekê perwerdekirina zarok û
ciwanan hîn zêdetir pêşbixin. Di vê mijarê de berpirsyariya herî mezin dikeve
ser milê malbat û civakê. Pêwîste malbat werin zanekirin ku zarok û ciwan jî li
ser van esasan werin perwerdekirin. Ev jî bi fikir û felsefeya Rêber APO
gengaze. Ji ber ku roja îro tekane rêya alternatîfa vê pergala sermayedar
pergala Netewa Demokratîke. Bi awayekî vekirî li holê ye ku tekane rêya vala
derxistina şerê taybet têkoşîna Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê ye.
Şiyar
Herekol
0 Yorumlar