Bersivên Gel:
-Dijber
derketine.
- Xwe
Parastine.
-Sekin
diyarkirine.
-Biryardariya
kesî ye.
-Berxwedana
xwe diyarkirine.
-Beramberî
tiştên nerînî diyarkirina nêzîkatiyên kes û civakê ye.
-Diyarkirina
hestên xwe yên ruhî yên li hember bûyerane.
-Nepejirandina
tişt yan jî bûyerên pêktê ye.
-Nêzîkatiya
kes ya li hemberî kesê dijbere.
-Diyarkirina
fikirê xwe ye.
-Parastina
derûnî ya pîvanê exlaqî yên li hember ji derve ye.
-Li hember
rawestane.
-Îrade ye.
Koka peyva helwest digihe Erebî (ṭawr, طور) û tê
wateya tevgera ku li hemberî rewş, bûyer an jî geşedanekê tê nîşandan.
Em di jiyana rojane û medyayê de rastî gelek peyvan tên,
lê wateya wan bi kûrahî nizanin. Ji ber wê yekê em di watekirin û pêkanîna
gelek tiştan de kêm dimînin. Vê hefteyê emê li ser peyva helwest rawestin û
lêkolîn bikin. Helwest çiye? Helwesta kesî çiye? Helwesta civakî çiye? Helwesta
rast ya tê raberkirin û bê raberkirin çiye? Herkes li gorî xwe şîroveyekê dike.
Di serî de jî me got helwest tê wateya tevgera ku li hemberî rewş, bûyer an jî
geşedanekê tê nîşandan ango wek tevgerek ku ji kesekî tê hêvîkirin jî tê
pênasekirin. Tevgera kesî, dikarin wek bêyî bêhurmetkirina mafên kesên din;
weke jiyana ku mirov dengê xwe bi zelalî bide
bihîstin, tiştên ku mafê wî/ê ye bixwaze, fikir û hêviyên xwe anîna ser zimane.
Ev şêweyê helwestê çi bi me dide qezençkirin? Ew hêz dide me ku em biryaran
bidin û biryarên ku em didin bicîh bînin, di têkiliyên me yên hevbeş de hestê
dirûstiyê xurt dike, hestên wêrekî û xwebaweriyê zêde dike, hêza bandorkirinê,
razîkirinê û bidestxistina encaman dide. Lê ya girîng ewe ku em helwesta kesî
çawa raberdikin an helwesta em raberdikin li hember çi û kê ye? Helbet dema em
li jiyana rojane ya niha temaşe dikin, dibînin ku hemû tevgerên me ji aliyê
sîstemê ve hatiye kontrolkirin ango jiyana me hemû hatiye teşekirin. Sîstema
desthilatdar ya heyî hertiştî ji te digre û wekî mucîzeyekê pêşkêşî te dike. Kes
fêrî rehetî û tinebûna hestan dike. Bi tinekirina hest re kes bê helwest dike. Carna
em di ferqê de an jî ne di ferqê de ne, em helwestên şaş raber dikin. Dema em
tengav dibin, em tevgerên êrişkar nîşan dikin, ev jî dibe sedema helwestên şaş
raber kirinê. Gelo we di jiyana xwe ya rojane de qet pirsên wiha ji xwe kirine;
Hilbijartina min ya helwest û tevgerê çiye? (pasîf / êrişkar / ewledar)? Ziman
û tona dengê xwe çawa bikartînim? Di helwestên min de hestên çawa derdikevin
holê? Tirs, fikar, acizî, kîn û hwd… Me got sîstem kesayetên nerênî, xwedî
hestên acizî, kîn û xwe kêm ditinê dafirîne. Bi avakirina kesayetên wiha re
civak jî tê bandor kirin ango helwest û nêzîkatiyên kesî yên tên raberkirin di
civakê de jî diteyîse.
Helwesta herî rast mirov dikare bibêje helwesta li hember
bêmafî, dagirkerî, tinekirin, tinehesibandin, qirkirin û bişaftina kes, civak,
netew û xakê tê raberkirine. Em dikarin wek mînak civaka Kurd bidin. Gelo em
wek civaka Kurd li hember dagirkeriya ku li ser xaka me tê meşandin, çiqas
xwedî helwestin? Li hember êrişên li ser Gerîlayên Azadiyê û taybet jî li
hember tecrîda ku li ser Rêbertî tê ferzkirin çiqas xwedî helwestin? Em di
ziman de gelek caran pênaseya gotina ‘bi parçekirina xaka Kurdistanê re, civaka
me jî kirine parçe’ dikin. Lê em çiqas di ferqa vê yekê de ne, bi sedan salin
li hemberî civak û xaka me polîtîkayên bişaftinê tên meşandin. Tenê bi dewletekê
re jî sînordar namîne, her dewleta ku temenê xwe li ser esasê tinekirina civakê
didomîne, li hember gelê Kurd bi taybet jî fikirê Rêber Apo û Tevgera Apoyî
êrişek hovane dide meşandin. Wek civak li hember ewqas êriş, qirkirin û
dagirkeriyê ger ne xwedî helwestek bibiryar bin, ev parçebûna me ya di hişmendî
de wê hertim wisa bimîne. Ger li Bakur êrişek rûda û wek civaka Kurd em li
Başûr, Rojhilat û Rojava bêdeng man û nebin xwedî helwest, helbet wê ev êriş
berdewam bikin. Di vir de xuyadike ku bêhelwestî bi xwe re qirkirin û tinekirinê
tîne. Helwesta ku em li hember tinekirina civak û xaka xwe bidin raberkirin, wê
bi xwe re yekîtî avabike, yekîtî jî berxwedan û berxwedan jî bi xwe re jiyana
azad bîne.
0 Yorumlar