Ticker

10/recent/ticker-posts

Mexmûriyan bi meşekî girseyî li dijî êrişa dewleta Tirk, helwesta xwe diyarkirin

Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker ku îro di demjimêrên sibê de li ser wargehê pêkhatibû meşek girseyî li darxistin û gotin: “Emê bi berxwedana xwe bersiva dost û dijminan bidin.”

Beriya heftiyekê dewleta Tirk a dagirker di 10’ê Îlonê de saziya Dayikên Aştiyê ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kiribû û di encamê de 3 jin birîndar bibûn. Carek din îro saet di 10:00’an de li Mexmûrê balefireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk, baxçeyê malbatekê bombebaran kir. Di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişa balafira biçek û bê mirov a dewleta Tirk a dagirker ku îro di demjimêrên sibê de li ser wargehê pêk aniyî, bi meşek şermezar kirin. Meş li ber Saziya Malbata Şehîdan a Mexmûrê bi amadebûna gelê Wargehê destpê kir.

Di meşê de bê navaber dirûşmeyên ‘Bimire Xiyanet’, ‘Kes Nikare Roja Me Tarî bike’, ‘Soza Me Tolhildan’, ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ hatin qêrîn û her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û  pankartên ku bi zimanê Erebî li ser ‘Na ji kuştinên sivîlan re’, ‘Çima Iraq bêdenge’, ‘Ger hun me naparêzin ji vir derkevin’, ‘Na ji êrişên balafirên faşîst re’, ‘Na ji destên qirêj re’, ‘Bimire xiyanet’, ‘Na ji dagirkeriyê re’, hatibûn nivîsandin bilind kirin.

Piştî meş li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî di ketina wargehê de rawestiya li wir ji aliyê gelê wargehê ve daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî şehîdên doza Azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Di daxuyaniyê de li ser navê xelkê wargehê Hevseroka Şaredariya Mexmûrê Fatma Bîlen axivî.

Hevşaredara Wargeha Mexmûrê Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de êrişên dewleta Tirk yên li hemberî wargehê bi tûndî şemezar kir û wiha peyîvî: “Îro carek din dewleta Tirk a faşîst rûyê xwe yê reş û qirêj di nava heftiyekê de dû caran nîşan da. Em dibînin ku berxwedana xelkê wargeha Penaberan a Mexmûr, êrişên hevkarên dewleta faşîst a Tirk, hemû mîtên ku îro bûyîn amûrên dewleta Tirk û hikûmeta herêma Kurdistanê vala derxdixîne. Ya balkêş ewe ku ev bîst rojin şandeyek ya hikûmeta Iraqê û NY di nava wargehê deye û mal bi mal digerin serjimêriyê çêdike. Ji demê ku ew hatine wargehê û şûnde êriş zêdetir bûne, ev jî di serê xelkê wargehê de gûmanan çêdike. Em dibînin armanca dewleta Tirk û hevkarên wî PDK’ê, Iraqê bikin şirîkê van leyîstokên xwe yên qirêj. Ji bo ev serjimêrî pêkneyê, di nava hefteyekê de dû caran ev êriş li ser wargeha me pêk hat. Em dibêjin eger îro xwîn ji neynoka zarokek yê me were, berpirsyarê wê Iraq û ya van şandeyên ku li nava me digere ye. Ti garantiya wê yekê nîne ku ti êrişên din çênebin. Ji ber ku wisa diyar dike ku wê êrişên wan berdewam bike. Bila baş bizanibin berxwedana xelkê Mexmûrê ev 30 salin li hemberî qirêjiya dewleta hov li ber xwe dide û wê ji niha û şûnde jî berxwedana xwe xurtir bikin.”

Fatma Bîlen di dawiya gotinên xwe de bang li tevahî gelê Kurd kir ku li hemberî êrişêb qirêj yên dewleta Tirk bibin xwedî helwest û wiha got: “Ew çiqas êrişan li ser me de bînin, emê bi vê helwesta xwe wan bi tûndî şermezar bikin. Di nava pênc salan de 14 caran wargeh hat bombebarandin, ev ne êrişên ji rêzê ne, ev ji bêdengiya hikûmeta Iraqê ye û her wiha NY û kesên ku dibêjin ez mafê mirovan diparêzime.”

Meş bi dirûşemeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimire Xiyanet’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar