Ji ber pevçûnên dijwar ên di navbera Artêşa Tirk û gerîlayên HPG’ê yên li Deriyê Sînor ên Uzumluyê derî hat girtin.
Li gor nûçeya ANF’ê, li nêzê deriyê sînor ê Uzumlu yê li ser sînorê Gevera Colemêrgê ya bi Başûr re, di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de pevçûnên dijwar rûdane.
Hat zanîn ku piştî pevçûna bi saetan, deriyê sînor hatiye girtin û gelek ambûlans sewqê herêmê hatine kirin.
Hat gotin 7 karmendên gumrikê yên bi destpêkirina pevçûnê re wenda bûn, ne xuya ne.

0 Yorumlar