Ticker

10/recent/ticker-posts

Gelê Mexmûrê li dijî tecrîdê bi girseyî meşiyan

Ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî û cezayê displînê yê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî birîn, li Wargeha Penaberan a Mexmûrê meşek girseyî hat lidarxistin.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî û cezayên disiplinê yê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî birîn, meşek hat li derxistin. Meş li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir. Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî berxwedana gerîla’ û ‘Bimire îxanet’ hatin bilind kirin. Pankartên li ser ‘Sonda me ye, emê pergala Îmralî bişkînin, bi Rêber Apo re azad Jiyan bikin’ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin rakirin. Gel hata ber avahiya Neteweyên Yekbûyî meşiyan û lî wir daxuyaniyek hat dayîn.

Beriya ku daxuyanî despêbike, deqeyek rêz ji bo giyanê tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak ve hat dayîn.

Budak di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî û cesazyê displînê yê li ser Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî birîn û wiha got: “Me bi fikir û felsefeya Rêbertî xwe naskir û em bi wî fikrî re mezin bûn. Ji bo wê jî heta azadiya Rêbertî mîsoger nebe emê li qadan bin û di nava rêze çalakiyan de bin. Yê ku bikaribe girêya kor ya Rojhilata Navîn çareser bike, Rêbertiya me ye. Ev 23 salin li Îmralî pergalek ya êşkenceyê li ser Rêbertiya me tê maşandin. Dewletên dagirker bûne yek û Rêbertiya me bûye yek, di bin şertên herî giran yên tecrîdê de li hember wan berxwe dide. Ev berxwedan û îradeyek li ser aqilê mirovan re ye. Ji bo gelê Kurd ji rûpelê dîrokê rake, bi teknîka herî pêşketî, bi çekên kîmyayî êrişê şervanên me dike.”

Daxuayanî bi dirûşêmên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bimre îxanet’ bi dawî bû.









Yorum Gönder

0 Yorumlar