Endam û rêvebirên saziyên demokratîk ên Şengalê bertek nîşanî tecrîd û cezayên li ser Rêber Ocalan dan û gotin: “Dixwazin fikrê wî bifetisînin lê nikarin. Salên wî yên di zindanan de ne bes bû rabûn ceza dan Serok Apo. Bi rastî ji fikrê Serok Apo ditirsin, loma cezayên li ser wî zêde dikin.”
Tecrîda mutlak a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike û herî dawî piştî ku parezerên wî ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dabûn, derket holê ku di 31’e Gulana 2022’yan de carekî din cezaya dîsîplînê hatiye dayîn. Ev 15 heyv in ku ne parêzerên Rêber Ocalan ne jî malbata wî nikarin pê re hevdîtinê bikin û bi vê cezaya dawî ji bo 3 mehan ev maf car din ji destê wî hatiye girtin.
Li hemberî vê tecrîda girankirî li seranserê cîhanê kampanyaya azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin. Li Şengalê jî di serî de civaka Êzidî, hemû pêkhateyên Şengalê li dijî vê tecrîda giran derdikevin û azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxwaz dikin.
Ji rêvebirên Şaredariya Gel a Şengalê Cindo Emer Silêman, diyar kir ku ji ber Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên bindest azadiyê dixwaze rastî vê tecrîda giran tê û got: “Dewletên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe azadiya însan naxwazin. Dewlet dixwaze her însan kole û bindest be. Serok Apo jî vê tiştê qebûl nake, red dike.”
‘Fikrê azadiyê tê hepiskirin’
Cindo Emer Silêman destnîşan kir ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de fikrê azadiyê hatiye hepiskirin û wiha axivî: “Lê bi vê siyaseta xwe ne bi Serokatî, ne bi gelê Kurd, ne bi Êzidiyan nikarin. Fikrê Serok Apo fikreke zelal e, paqij e û ev fikir li her çar aliyên dinyayê belav bûye.”

Cindo Emer Silêman girîngiya fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo civaka Êzidî jî wiha şîrove kir: “Em wekî civaka Êzidî fikrê Serok Apo ji xwe re wekî fikrekî mezin dibînin. Di dîroka Êzidiyan de nîne ku civaka Êzidî xwe li ser fikreke wiha xurt ava bikin, hêza xwe çêbikin.”
‘Dixwazin fikrê wî bifetisînin lê nikarin’
Cindo Emer Silêman di dawiya nirxandina xwe de anî ziman ku ji ber fikrê Rêber Abdullah Ocalan ditirsin nahêlin pê re hevdîtin were kirin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Dixwazin fikrê wî bifetisînin lê nikarin. Heya Serok Apo azad nebe em nikarin bêjin em wekî milet azad in. Li Şengalê ne tenê civaka Êzidî, aliyên Şîa, kurdên misilman jî dikarin bin sîwana vê fikrê de xwe birêxistin bikin, xwe rêvebibin.”
‘Li gel tecrîdê, ceza jî didin’
Hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Xêro Qasim jî balê kişand ser cezayên dîsîplînê ku li ser Rêber Ocalan tê ferzkirin û wiha got: “Salên wî yên di zindanan de ne bes bû, di ser de rabûn ceza dan Serok Apo. Bi rastî ji fikrê Serok Apo ditirsin, ev fikreke azad e. Loma cezayên li ser wî zêde dikin.”

Xêro Qasim destnîşan kir ku li seranserê Iraqê cihê herî aram Şengal e û wiha got: “Ji fermanê heya niha, bi saya vê fikrê, civaka me li derdora vê fikrê jiyan dikin. Em ne Êzidiyên beriya fermanê ne. Me ji xwe re fikrek tercîh kiriye û em li ser vî fikrî jiyan dikin. Lazim e hemû gelên bindest li fikrên Serok Apo xwedî derkeve, li dijî dewleta Tirk rabe û çalakiyan çêke.”

0 Yorumlar