Li gorî dîmenên ku ji aliyê gerîla ve hatine tomarkirin, leşkerên Tirk ên dagirker ji tirsan nikarin serê xwe rakin û vî halê wan bi saetan domiya.
Li Zapê du gerîlayên sekvan ên di nav tîmên bi tevger de ne, piştî çalakiya sekvanî bêyî ku cihê xwe deşîfre bikin, li tevgerên leşkerên Tirk temaşe dikin.
Gerîla dibînin ku dagirker nêzî wan in û ji ber vê bi dengekî nizm diaxivin.
Dagirkerên li qadê jî ji ber tirsan bi saetan nikarin serê xwe rakin.
Leşkerên Tirk ji tirsan bûne wekî keviran û bi fikara ‘Gelo wê fîşeka gerîla li min bikeve’ bi awayekî neçar xwe li mirîtiyê datînin.
Artêşa Tirk a ku di çapemeniya xwe ya şerê taybet de qaşo ‘Destanan dinivîse’ jî di kamerayên gerîlayan de tê tomarkirin.

0 Yorumlar