Hevseroka Şardariya Mexmûrê Fatma Bîlen diyar kir ku ji bo çarserkirina pirsgirêkên heyî xebat didin meşandin û wiha got: “Derfertên di destê me de evin ji ber ku jeneretorên di destê me de xwe li ber germahiya zêde nagirtin.”
Jiyan Pîran
Di
werza havînê de ji ber germahiya zêde û nebûna elektirîkê li Wargeha Penaberan
a Mexmûrê pirsgirêkê elektirîkê û bi wê ve girêdayî ya avê xwe dide pêş. Ev yek
jî jiyana gelê wargehê bi giştî bandor dike. Rûxmê gelek hevdîtin û hewldanên Şarderiya
Mexmûrê jî ev pirsgirêk bi salane li wargehê berdewam dike. Têkildarî vê mijarê
Hevseroka Şardariya Wargeha Penaberan a Mexmûrê Fatma Bîlen ji rojname ya me re
axivî.
‘Wê
gelê wargehê di vê havînê de bê elektirîk bimîne’
Hevseroka
Şaredariya Mexmûrê Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku derfetên
di destê xwe de ji bo çarserkirina pirsgirkên elektirîk û avê berdest dikin û
wiha got: “Wek tê zanîn em di herêmek ku xwedî germhiyek zêde de jiyan dikin.
Ji bo wê jî pêwîstiya gel bi elektîrîk û avê heye. Weke Şardariya Mexmûrê hemû
hewldanên me ji bo xizmetek baştir û xebatek bi tendûriste. Îsal jî weke her
sal ji ber germahiya heyî cetfela elektirîkê ya wargehê hat guhertin. Lê cardin
wek şaredarî em hewl didin ku guhertinê di cetfela elektirîkê de çêbikin. Herî
dawî li ser vê yekê me hevdîtin bi qeymeqamê Navçeya Mexmûrê re çêkir. Di
hevdîtinê de me tiştên pêwîst û daxwaziyên xwe ji wan re vegotin. Me got: ‘Jeneretorên
ku niha di destên me de ne, em tenê 7 demjimêran dikarin pêbixin, em gelek
zehmetiyan jiyan dikin. Ger derfet hembe divê demjimêrên elektirîka giştî bên
zêdekirin.’ Ji ber ku di nava rojê de
tenê 11 demjimêran elektirîka giştî tê pêxistin. Em jî li gorî derfetên xwe 2
demjimêran danê sibê û 5 demjimêran jî evarî jeneretorê pêdixin. Em jeneretorên
di destê xwe de ji van demjimêran zêdetir pêbixin wê têk biçin û wê gelê
wargehê di vê havînê de bê elektirîk bimîne. Derfertên di destê me de evin, ji
ber ku jeneretorên di destê me de xwe li ber germahiya zêde nagirin. Ev mijar
yek bi yek ji qeymeqamê Navçeya Mexmûr û dayîreya elektirîkê re hatine nîqaş
kirin. Li gorî ew dibêjin wê cetfela elektirîka havînê bi vê rewşê be.”
‘Pirsgirêka
elektirîkê bi xwe re pirsgirka avê jî derdixe’
Fatma
Bilen di berdewam gotinên xwe de daxuya kirin ku pirsgirka elektirîkê bi xwe re
pirsgirêka avê jî derdixe û wiha anî ziman: “Ava ku ji bo wargehê tê, bi
dirêjahiya km ji Geya ji xeta Sultan
Abdullah tê. Dû xetên reyîsî li gel çar birên avê ji bo wargehê tê dayîn. Wek
şaredarî ji bo derbazkirina pirsgirêkên av û elektirîkê, me serdana dayîreyên
elektirîk û avê kirin. Pirsgirêka elektirîkê di heman demê de bi xwe re
pirsgirka avê jî derdixe. Ji ber ku ava wargehê bi cetfelek diyarkirî tê berdan,
dema di demên xwe de ava ji bo semta 4 nehat berdan, di nava heftiyekê de av bi
sererastî nayê berdan. Ji ber derfetê di destê me de rê nade ku em li gorî avê
jeneretoran pêbixin pirsgirêk derdikevin.”
Hevşaredara
Wargeha Mexmûr Fatma Bîlen di dawiya axaftinên xwe de daxwaz ji gel kir ku bi
şaredariyê re bibin alîkar û wiha got: “Em giştî derfetên xwe ji bo
xizmetkirina gel rêk û pêk dikin. Wek şaredarî jî em daxwaz ji gelê xwe dikin
ku avê li gorî pêwîstiyên xwe depobikin û av zêde neyê rijandin. Her wiha pêwîste
amûrên elektirîkê yên ku bargiranî ji bo jeneretorê çêdikin li ser elektirîka
jeneretorê neyê pêxistin û derdorên xwe paqij bigirin.”

0 Yorumlar