Di roja me ya îro de pêşveçûna Teknîkê, bandorên wê, zerar û başiyên wê pir di rojevê de ne. Serdema
ku em têde
dijîn, wek serdema Zanist-Teknîkê tê binavkirin û bi rastî mirov tenê di wexta
jiyana
xwe de binêre,
gûhertinên jiyanê ku sedema wan pêşveçûyina teknîkê ne pir in. Em 200 heta 300
salên dawî binerin,
emê bibînin ku ji şoreşa ‘endustrîalîzm’ û motorên bûhar ên destpêkê şûnde,
gelek
teknolojiyên ku
di asta cîhanî de pêşketine gûhertinên mezin bixwe re anîn. Ji Petrol, ceylan,
hêza
Atomê, Telefon,
Erebe, Balafir, Internet, heta ‘hişê çêkirî’ ev tenê çend mînakin ku mohra xwe
li dîrokê
xistine û şikilên nû dane jiyana civakê. Pirsa ku ev baş yan ne başin me
nagihîne
encaman. Piranî
pêşketinên teknîkî bi niyetek baş ya ku bi hêviya xizmetdayîna mirovahiyê hatine
pêşxistin.
Dema ku em
derketina wan teknîkan lêbikolin emê bibînin ku di bingeha vê afirandinê de ked
û
lêgerînên mezin
hebûne. Hinek mirov derketin ku emrê xwe ji bo pêşxistina teknîkekê dan, lê
dîsa
nikaribû jê
biparêze ku heman teknîk li dijî mirovahiyê tê bikaranîn. Sedema bingehîn ya ku
em dûbare dûbare dibînin çawa berhemên ku ji bo başî hatine afirandin tam
berovajî vê li dijî civakê tên
bikaranîn hişmendiya
Modernîteya Kapîtalîst e. Ji ber ku ji kêliya ku em dibêjin dermanek nû
derdikeve
piyasê ne girînge ka ev derman çiqas mirovan baş dike. Tenê yek pîvan heye;
çiqas pere
pê dikare were
qezenckirin? Li gel vê jî hewldana desthilatdaran ji mêj ve ewe ku dikarin
kontrola
xwe li ser
civakê kûrtir bikin. Her amûrek teknîkî jî li ser vî bingehî tê pîvandin û sûd
jê tê girtin. Ji bo
kûrkirina
desthilatê, ji bo hakimyet li ser civakê pêşbikeve, pêwistî bi îstixbaretê
heye. Berî komkirina agahiyan ji bo dewletan xebatekî wisa bû ku gelek wext û
enerjî dixwest. Lê îro em dibînin ku di berîka her ciwanekê de telefonek heye.
Pir bi rehetî agahiyên li ser ciwanan dikarin werin komkirin. Kengî, li kûderê
tevdigere, dostên wî kî ne, bi kî re çî daxive, bi hezaran agahiyên pir rehet
li
ser vê telefonê tên komkirin, bê ku agahiya
kes pê çêbibe. Telefon girtî be jî dîsa sînyalek jê tê ku
dihêle cihê wî bê
tesbîtkirin. Bê zehmetiyek mezin saziyên îstixbaretê dikevin kamera û mikrofona
bilgisiyar an
telefonekî û wisa dikarin kêlî bi kêlî hedefa xwe bişopînin. Ji vê hîn hesantir
çi ye?
Komkirina
agahiyên ku em di Înternetê de parve dikin. Me çi ji google pirsî, me çi vekir,
me çi
eciband. Ev
behra agahiyan tên qeydkirin û hewce jî nake kesek yek bi yek li wana binêre.
Bi
alîkariya hişê
çêkirî ev agahiyên bi awayekî otomatîk tên hilbijartin. Kengî tê xwestin
agahiyên
pêwîst ji vê
behra mezin derdixin. Dema ku dixwazin ciwanek bixînin, pir bi rehetî dikarin
noqteyên
wî yên zayîf
tesbîtbikin û li gorî vê rêbazekê pêşbixin. Taybet di mijarên telefon, medya dijîtal
û pêlîstokên telefonê de. Xalekî din a pir berbiçav bandora wê ya li ser civakbûyînê
ye. Wextê ku ciwan li ber ekranan derbas dikin her ku diçe zêde dibe, bî vê jî
qabîlyeta danûstandinê û beşdarbûyîna jiyanê lewaz dibe. Bernameyên wekî TikTok
û hwd dema zêde tên bikaranîn, hêza fikirandin belav dikin. Zerarekî pir mezin
li ser derûniya mirov çêdike û gav bi gav şûnde ku em jiyan dikin, em tenê wext
derbas dikin. Lê kî carek ketibe nava vê kemînê, dizane ku berdana vê ne bi hêsanî
ye. Ev ne tesadûfin. Beşekî zanistê pêşket ku mantiqên li binî komare û madeyên
hişbir lêkolîn kirin. Encamên vê yekê ji bo çêkirina platforman û berhemên medya
dijital hatin bikaranîn. ‘Medya dijîtal civakê perçe perçe kir’ ev tesbît ne ya
me ye. Ev gotin jî ya rêveberek ya platforma facebook ya berê hat kirine.
Kêm zêde ew
tiştên tên zanîn, xirabî û başî tên dîtin, lê ya girîng eve: Em wek ciwan çawa
nêz
bibin? Em
teknîkê çawa bikar bînin? Em van amûran bixin xizmeta civaka xwe yan xizmeta
dijminê xwe? Em
çawa di wan mêjaran de pêşengtî ji civakê re bikin? Da ku em bersivên rast
bibînin em berê xwe bidin mînaka Gerîlayên Azadiya Kurdistanê.
Gerîla hêzekê wisaye ku bi derfetên kêm li
hember dijminek bi derfetên madî û teknîkî yên pir zêde
şer dike. Teknîka ku niha li hember gerîla tê
bikar anîn ew teknîke ku dewletên NATO herî zêde
pesnê wê didin,
li gorî wan yê herî pêşketî ye. Li ser vê jî, bê navber çekên qedexekirî li
dijî gerîla
tên bi kar
anîn.
Nêzîkatiya gerîla
di derbarê teknikê de çawa ye? Pir bi zanistî û bi hewldanek mezin her teknîka
di destê dijminê xwe de fêhm dike, her ziravtiyê wê nas dike. Bi vê zanebûnê
teknîka dijmin vala derdixe. Ya dûyemîn jî afirênerî ye. Li ser bingehê zanebûnê
afirênerî dihêle ku bi derfetên kêm, rêbazan bibîne ku bandora teknîka dijmin
pûç bike, teknolojiyên herî pêşketî dixe bin lingê xwe û wisa xwe serwer dike.
Li kêleka vê jî, tim û tim gerîla teknîka xwe bi xwe jî pêşdixe. Em li şerê van
8 salên dawî binêrin, gelek mînak hene ku vê yekê nîşan dikin. Dema ku
balafirên bê mirov ên bi çek di destê
dijmin de zêde
bûn, ew di dema destpêkê de bandorek mezin li ser şêwaza şer kir. Di vê rewşê
de
gerîlayên Azadiya
Kurdistanê ketin lêgerîna ji bo vala derxistina vê teknîka dijmin. Bi gûhertinên
di terzê
tevgerandin, pêşxistina kamûfilaja zirav û bikaranîna amûrên wek şemsiye,
bandora balafirên
bê mirov hat
şikandin. Amûrek bi miliyonan dolaran, bi şemsiyeya bi dolarekê hat bêbandor
kirin. Bê navber taktîk û rêbazên nû hatin peydakirin, heta êdî gihîşt vê astê
ku gerîla bin hejmarek zêde
ya balafirên bê
mirov di baregehên dijmin de operasiyonên şoreşgerî pêktînin, bi dehan leşkerên
dijmin dikujin,
çek radikin û xwe vedikişînin bê ku ti zerar bigihije wan. Herî dawî bi
mizgîniya
Newrozê re Gerîlayên
Azadiya Kurdistanê asta xwe ya teknîkî nîşan kirin û bi dîmenên dehan
balafirên bê
mirov ku ji asîmanê Kurdistanê paqijkirin dilê gelê me xweş kirin. Di dewamiya
vê
mizgînî de
rojên dawî dîmenên çalakiyên gerîla yên bi taktîkên taybet nîşan dikin ku gerîla
xwe têr
nabînin, xwe bê
navber ji nû ve avadikin û mizgînî dewam dike.
Bê gûman pir girînge ku em van rastiyan sivik
nagirin dest. Ev tecrûbe û zanebûn bi bedelên herî
giran û bi
xwîna dehan şehîdan hatine bi destxistin.
Di derbarê
teknîkê de mînaka gerîla esas girtin tê vê wateyê ku em nabin kolêyên rehetiya
sexte. Wek
ciwan emê xwe
di mijarê teknîkê de zana bikin, fêr bibin em xwe çawa li hemberî zerarên
teknîkê
biparêzin,
civaka xwe perwerde bikin, rêbazan pêşbixin ku teknîk tenê ji bo xizmeta civakê
bixebite û wisa em dikarin wek gerîlayên Azadiya Kurdistanê xetek stûr li bin
gotina Rêber Apo xêz bikin: Teknîka herî mezin mirov bi xwe ye.
Baran Mawa

0 Yorumlar