Jinek
serbez, şoreşger, leheng û fedayî. Gelo qey hibra pînûs, lênûs û zimanê hemû
cîhanê têrê dike ku mirov serpêhatiya evîndara jiyana azadiyê ku berê xwe daye
çiya bibêje. Di dergûşa vê axê de gelek zarok hatiye dinê û mezinbûne ku navê
şervanên heqiqetê liwan hate kirin ku bixwe heqîqet bûn. Di her kêliya jiyanê
de navê wan dihate bihîstin, xeyala azadî û têkoşînê li dilê wan digeriya. Ezîme
jî navê yek ji wan parêzvanê çiyayên Kurdîstanê girtibû. Di zarokatiya xwe de
bi xeyalê xwe yê bi vî navî destpê kiribû, her ku diçû ev xeyal mezin û bi wate
dibû. Ezîme bû hêvî, hêvî bû bawerî û bawerî jî bû ruhê fedayî.
Ezîme
akdogan ango Hevî Viyan ku di sala 1991 de li Elkê gundê pîrosa di nav malbatek
welatparêz de çavên xwe li cîhanê vedike. Heval Hêvî di temenê xwe yê biçûk ê
neh salî de li gel malbata xwe mîna gelek malbatên Kurd ên welatparêz bi zext û
zoriya dijmin re rû bi rû dimînin. Dema dewlata Tirk a dagirker cerdevaniyê li
ser gund ferzdike, bavê wê qebûl nake neçar dibe ku ji gundê xwe derkeve û biçe
Cizîra Botan. Rêheval Hêvî jî di wî temenê xwe yê biçûk de bi rastiya dijmin re
rû bi rû dimîne û nasdike. Heval Hêvî hem di nava malbata xwe de hem jî di nav
derdor de pir tê heskirin. Pir dilnizim, bi heskirinek mezin bi jiyanê re dibe
yek û bi heskirinek mezin nêzî xwezayê dibe. Xwedî seknekî cidî ya jiyanê bû. Bi
pîvan û rast dijiya. Yek jî taybetmendiyên xwe yê herî sereke ewbû ku tim di
nav lêgerînê de bû. Ev yek bû sedemê esasî ku doza Kurd nasbike. Dema mezin
dibe dikeve ferqa rastiya dijmin û dîsa rastiya gelê Kurd û tevgera azadiya Kurdistanê,
dixwaze vê rastiyê bi derdora xwe re jî bide fêhmkirin. Bersiva pirs û mereqên
xwe yên wek azadî çiye, hêvî çiye bi naskirina tevgera azadiyê re dibîne. Dema
vê dibîne jî pir bi xwastek û coş tevdigeriya. Mîna zarokek ku tiştek xwe winda
dike û piştre dibîne çawa ku bi coş û xuruş bû, wiha tevdigeriya û dijiya.
Heval Hêvî li Cizrê dibistan dixwene û li kêla wê jî ji bo debara malê û
berpirsariya xwe ya li beranberî malbatê kar dikir. Li kêlaka van karên xwe, di
xebatên ciwanan de cih digirt û çi kar biketiba ser milê wê, bi moralek mezin
bi cîh di anî.
Heval Hêvî
demekê di nexweşxanê de weke bijîşk kar dike û di 2011’an de dema çend heval
şehîd dikevin, dijminê hov ên para xwe ji mirovatiyê negirtiye, dema cenaze
dibin morgê bi cenazeyên gerîla dileyîzin. Heval Hêvî şahîdiyê ji vê yekê re
dike. Di wê pêvajoyê de kurmamê wê Rustem Gever jî tevlî karwanên nemiran dibe.
Êdî her tişt bi zelalî li ber çevan bû. Piştî vê, heval Hêvî bi hêrs û kîna
tolhildanê biryara xwe ya tevlîbûnê dide û di sala 2012’an de dibe yek ji
parêzvanên gelê xwe. Êdî azadî û serfîrazî li benda kêliyek ya Botanê ye. Botan
a di hemîza xwe de şervanên azadiyê distirîne û mezin dike. Hêvî jî bi coş û
kelecana xwe ya dilê xwe daye Botanê, bûye şervana azadiyê. Botan Hêvî dixe
hemiza xwe, Hêvî jî evîna jina azad û Kurdistanek azad dixe dilê xwe. Heval Hêvî
wek jinek pêşeng bi erka xwe ya fedayîtiya Rêbertî re dibe yek. Bi hevaltiya
herî rast û dirûst di nava hevalên xwe de dijî.
Çand û exlaqê
ku ji malbata xwe girtî di nava partiyê de dike yek, hemahengiyek avadike. Vê
hemahengiyê, azadiyê û mîlîtaniyê di her kêliyê de jiya û da jiyîn. Dema çeteyên
DAIŞ’ê êrişên hovana dibir ser Kobanê, heval Hêvî berê xwe da Kobanê. Bi hêrs û
tolhildanê li dijî DAIŞ’ê şer dike û piştî têkbirina DAIŞ’ê berê xwe dide Botan
ê. Rêheval Hêvî heta dawiyê bi hêviya zarokên Kurdistanê ya azad dijiya, şer
kir, têkoşiya û di sala 2019’an de li dijî dagirkeran ji helwesta xwe ya fedayî
ti caran nehate xwarê û heta dawî bi lehengî şer kir û tevlî nav karwanên
şehîdan dibe.
0 Yorumlar