Şûnwareke girîng a dîrokî ya bi navê “Gudîn Tepe” li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê hilkeftî ye. Ew cih tenê yek ji çend cihên dîrokî yên wê parêzgehê ye. Parêzgeha Kirmaşanê di dîrokê de xwedî cih û pêgeheke girîng bûye. Ji ber wê ku ew parêzgehe li cihek stratejîk hilkeftî ye, hertimî di bûyerên dîrokî de rol û bandorek taybet a xwe hebûye. Ew parêzgehe ji bilî wê ku xwedanê şûnwarên dîrokî ye; Di heman demê de çendîn şûnwarên girîng ên sirûştî û destçêkirî jî heye. Şûnwarên sirûştî yên wekî şikefta Hesinkaran, Piraw û Du Şikeft tenê beşek ji van şûnwarên sirûştî ne. Herwiha şûnwarên dest çêkirî yên wekî pira Meyeşt, pira Kuçe, pira Bêsitûn û hwd heye ku hemû ji aliyê dîrokî ve girîng in.
Şûnwara
dîrokî ya Gudîn Tepe li parêzgeha Kirmaşanê di yek kîlometreya rojavayê
bajarokê Gudîn yê ser bi bajarê Kengawerê hilkeftî ye. Ew şûnwara dîrokî sala
1961’an hatiye peydakirin û di navbera salên 1965 heta 1971’an de ji aliyê komek
Kanadayî ve bi serokatiya “Kaylêr Yang” hatiye lêkolînkirin. Destpêka lêkolînan
her li ser Gudîn Tepeyê, kelehek jî hatiye çêkirin ku gelek girîng
bûye.Girîngiya vê lêkolîne di wê yekê de bûye ku Gudîn Tepe cihê bazirganî ya
kevirên Lacwerdî bûye. (Kevirên Lacwerdî curek ji keviran e ku rengê wê şîn e
ku zêdetir di karê zêringeyî de ji bo ciwankariyê tê bikaranîn). Bazirganiya
kevirên wiha di wîlayeta Bedexşan a welatê Efxanistanê û şaristaniyeta
Mezopotamiyayê de bûye.
Gudîn Tepe
li gorî lêkolînê şûnewarî do 5 qûnaxên cûdatir re malûvantî kiriye, ya yekem bo
salên 500 heta 2300 sal beriya Zayînê vedigere. Lê bi giştî şûnwarnasên dîrokî
dibêjin ku dîroka Gudîn Tepe bo zêdetirî 5 hezar sal beriya Zayînê vedigere. Di
wê cihê de hin şûnwar hatine peydakirin ku bo serdema Medan vedigerin. Di
encama lêkolînan de hin embar hatine peydakirin ku tê de cureyên kaşî hatine
dîtin. Li ser hin ji wan kaşiyane xişt û nîgar hebûne û yên din jî bi rengek
bedew hatibûne xemilandin.Şûnwarnasan di lêkolînanan de gihane wê encamê ku
Gudîn Tepe di dîrokê de, di nava desthilatdarên wê demê de cihê bazirganiyê
bûye. Her di kolandinê de keleheke mezin a serdema Medan jî hatiye dîtin. Di
çar dorên wê kelehê de birc û dîwar hatiye danîn û di nava dîwaran de cihên
taybet ên kevanavêjiyê hatine çêkirin. Beşa herî girîng a kelehê salonek bi
pênc rêzên stûnan hebûye. Şêweya mîmarî ya wê salonê ew qas endazyarî û bedew
bûye ku mîmarên dinê ji bo çêkirina avahiyên dinê ji mîmariya wê sûd
wergirtine.
Hin
lêkolînên kîmyayî yên ku li ser şûnwarên wê derê hatine kirin, nîşan didin ku
salên 3100 û 3500an a beriya Zayînê de bîre (abcû) li wir hatiye berhemanîn.
Tevî wê ku Gudîn Tepe şûnwarek pir girîng e, lê heta niha ne tenê di warê
lêkolînê de kar li ser nehatiye kirin, belkî di warê parastinê de jî ti karek
bo nehatiye kirin. Heta derdorên wî cihî bi têlan nehatiye dorpêçkirin. Li
kêleka Gudîn Tepeyê ziyaretgehek bi navê Îmamzade Baqir û goristanek heye ku ji
ber berfirehbûna goristanê zirarek zêde bi wê şûnwara dîrokî gihaye. Ji bilî wî
Îmamzade û goristanê; Ew cihê dîrokî ji ber rûçûna axê û ava baran û avên dinê
ber bi jinavçûnê ve diçe; Lê ti kes û aliyek li desthilatê xwe jê berpirsiyar
nizanin. Ji aliyeke dinê ve çêrandina pez û dewaran bi taybetî di demsala
Biharê de zerareke mezin daye wî cihî. Ji bo danasîna wê şûnwara dîrokî ku li
Rojhilatê Kurdistanê hilkeftî ye, tiştek nehatiye kirin û heta tabloyeke
danasînê jî li ser rêya Kengawer bo Tuwîsêrkanê nehatiye danîn.
.jpg)
0 Yorumlar