Artêşa Tirk a dagirker ku di nava vê hefteyê de bi hezaran tank û wesayîtên zirxî û çekên giran derbasî herêma Kurdistanê kirin, îro jî belavok belavkirin û bi rêya belavokan alîkarî ji gelê herêmê xwest û ji gel xwast ku ji wan re sixurtiyê bike.
Artêşa Tirk a dagirker ku bi hevkarî û alîkariya PDK’ê amadekariyên dagirkeriyeke mezin li herêma Behdînanê dike, ji ber derbên giran û dîrokê yên ji Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dixwe êdî neçar bûye ku hewara xwe bibe cem gelê Behdînanê.
Di vê çarçoveyê de artêşa Tirk a dagirker belavok li ser ger xelkê deverên ku niha artêşa Tirk amadekariyên êrişeke berfireh ya dagirkeriyê dike belav kir.
Di belavokên artêşa Tirk de wiha tê hatiye nivîsîn; “Em lêborînê dixwazin ku me hûn dan rawestandin û me wextê we xwar. Bi piştgiriya we emê herêmê bi ewletir bikin. Em ji bo têgihiştina we spas dikin û li hêviya piştgiriay we ne.”
Di naveroka belavokên genî yên artêşa Tirk a dagirker de xuya dike ku tevî balafirên şer, kobra, SÎHA, ÎHA û çekdarên PDK’ê artêşa Tirk bi hezaran leşkerên xwe ve bi bikaranîna çekên qedexe û kîmyayî li dijî Gerîlayên Azadiyê derbên giran ji gerîla dixwe û hewara xwe êdî dibe cem xelkê welatparêz yê Behdînanê, ji wan daxwaza sixurtî, hevkarî û xiyanetê dike. Bê gûman xelkê Behdînanê ji vê yekê gelek bi hêrse lê ji ber tirsa ku PDK’ê li Behdînanê çêkiriye li gor tê xwestin nikare helwesta xwe nîşan bide.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêkxistina CPT îro bi daxuyaniyekê eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker di nava deh rojên borî de 3 hezar tank, wesayîtên zirxî û bi hezaran leşker ji bo berfirehkirina dagirkeriya xwe li Başûrê Kurdistanê anîne nav sînorê Başûrê Kurdistanê.

0 Yorumlar