Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 68’emîn di roja 347 de bi biryardariyek xurt didome.
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 68’an di roja 347’an de didome.
Dewrgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre li ser navê koma 67 an Dilar Seven daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Ev bû 25’ên salin mîmarê azadî, aştî, wekhevî, biratî û demokrasiyê Rêberê mirovahiyê Rêber Apo di encama komployek bêbext hatiye dîlgirtin. Tecrîda sûcek yê mirovahiyê ye. Bêguman yê ku vî sûcî mirovahiyê dike ne tenê dewleta dagirker ya Tirkiyê ye. Di serî de saziyên qaşo xwe wek parêzvanên mafê mirovan bi nav dikin yên wek CPT, Dadgeha Mafê Mirovan a Evrûpa, Nerewên Yekbûyî û hwd herî sereke vî sûcî mirovahiyê dikin. Pêwîste ev saziyên me qala wan kirin xwedî li erka xwe derbikevin. Her wiha em carek din bibîrdixin ku di derbarê giyan û tendirustiya Rêber Apo de gumanek herî biçûk ji bê jiyan kirin Saziyên Mafê mirovan jê berpirsin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bidawî bû.

0 Yorumlar