Hişmendiya desthilatdarî
Bersivên Gel:
-Tenê xwe fikirîn e.
-Ezezîtî ye.
-Berovajî fikrê civakê ye.
-Fikrekî ego perest e.
-Her tiştî, tenê ji bo berjewendiyên xwe pêktîne.
-Hişmendiyekî qirker e.
-Tine dîtina keda jin-dayîk e.
-Fikrekî hezaran salan e.
-Fikra ku civakê biçûk dibîne ye.
-Fikrekî mêrsalar e.
-Heyîna xwe li ser hemû heyînan re dibîne.
-Bi darê zorê kontirolkirina civakan e.
Hîşmendiya ku xwe ji dervey îradeya civakê bi rêxistin dike û tenê li gor
berjewendiyên xwe yê desthilatdariyê tevger dike. Çîna ku xwe jor dibîne û
civakê di aliyê hişî de ji xwe kêmtir dibîne, weke hêzeke ku nebe civak jî nabe
tevger dike. Bîrdoziyeke ku tenê xwe bi hişmendiya zilam ya 5 hezar salî, xwe
li ser hemû nirxên pîroz yên civakê rêxistinkiriye. Bi hemû nirxên civakê
leyîstin û li gor xwe şikil dayî wek berhemê xwe pêşkêşî civakê dike. Ji keda
dayîk ya ku bi hezaran salan pêşengî ji bo civakê kirî, hemû hilberandin û
nirxên pîroz yên bi destê dayîkê hatî avakirin bi awayek amade girtî destê xwe
ji cewherê wê dayî dûrxistin, li gor sîsmeta xwe sazûmankirî bi rengê nû yê
çînkirî pêşkêşî civakê dike. Êdî Jina pîroz ya xudawend dikeve nava pencê
zilamê bûyî xuda, ev jî bi navê nû yê sîstemkirî qral-xuda li dora zilamê pîroz
xwe bi rêxistin dike.
Êdî ev dibe pergalek ya rêveberiya nû ya vê hişmendiya desthilatdar ya ku
di demên cuda yê dîrokê de tenê nav dide guhertin. Bi demê re dibe koma
arîstokratan, dibe hêza sîyasî ya rewşenbîr ku xwe di bin navê zilamê zane yê
zanist de dafirîne. Bi van guhertinên ku hem di aliyê hişî hem di aliyê fîzîkî
de çêdibin navê jin êdî dikeve nava tarîtiya dîrokê de. Her çendê car caran wek
sîstem xwestibe bide guhertin jî lê nekariye ji guhertina nav wêdetir biçe. Em
jibîr nekin ev sîstema ku bi Sumeran despêkirî bi hezaran salan bûye sedemê
rijandina xwîna bi hezaran mirovan. Hişmendiyeke tenê berjewendiyên wê girînge,
di nava xwe de nirxên mirovî, exlaqî û civakî na hewîne. Xwe li dora pergaleke
ego-parêz ya zilamê qaşo rêveber yê ku ez-ezîtî, dagirkirin, qirkirina mirovan,
talankirina xweza û ya herî girîng keda Jin-Dayîk tuneyî dide rêxistinkirin. Bê
gûman ev hemû lingên sereke yên vê pergala desthilatdarin, di roja me ya îro de
bûne mîmarê sîstema kapîtalîzmê. Gelek caran xwestiye dibin navên cuda de jî
xwe rêxistin bike ji bo ku hêsantir xwe bigehîne hemû rehendên civakê. Mînaka
herî baş bi awayek hêsan xwestiye di bin navê demokrasiyê de rûyê xwe yê rast
bi maske bike jî, lê armanc û kiryarên vê pergalê ticaran nehatiye guhertin.
Pergaleke li ser hemû pîvan û nirxê civakê hatî golobalkirin wêdetir neçûye.
Em jibîr nekin dema pênaseya pîvan û nirxan tê kirin yekser jin û ciwan dibin
armanca vê pergala çêkirî. Ji ber dizane kengê hêza afirêner û aktîf girt destê
xwe bi hêsantir dikare xwe bi gehîne nava civakê. Ji ber yekane armanca vê
hişmendiyê ked xwarine, vê jî herî zêde li ser keda jin û ciwanan dide pêkanîn.
Ev hişmendiya wî bûye sedem ku di vê pergalê de despêkê jin û ciwan bên
kolekirin. Êdî zilamê sermayedar di bin navê dewlet-netew de pergala nijadperestî,
zanistperestî û olperestî ku jin têde hatî metakirin li ser dika dîrokê cihê
xwe girtiye. Ji bo van kiryarên xwe bide pêkanîn lingên herî xurt yê civakê yên
weke perwerde, parastin û îradeye, exlaqê civakê di bin navê qanûna de daye rêxistinkirin.
Di bin navê cuda yê demê de bûye şaristanî, qiraliyet, împeretorî û
netew-dewletên di bin sîwana kapîtalîzmê de berdewamkiriye. Lê êdî tê dîtin ku
ev sîstem bixwe di nava xwe de rizîbûn û parçebûnê jiyan dike, hatiye radeya ku
ji bo xwe jî nabe bersiv. Beramber vê pergala têkçûyî yekane rêya çareserî
paradîgmaya netewa-demokratîke ya ku bi fikrê Rêber Apo şikil girtî û bûye
hêviyek ji bo hemû gelên azadîxwaz. Yekane alternatîfa beramber sîstema têkçûyî
ya dewletên netewperestên kapîtale. Ango bûye hêz û îrdeya xwerêvebirina civakê
bi ya ku li cewherê xwe zivîrinê ye. Li vê paradîgmayê xwedî derketin û dana
jiyankirin erkê her kesekê ku xwedî nirxê mirovtiyê ye.

0 Yorumlar