Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 196’an de bi koma 39’emîn berdewam dike.
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 196’an de bi koma 39’emîn bi biryardariyeke xurt berdewam dike.
Çalakî li Saziya Ciwanan bi kombûna gel û xebatkarên wargehê, bi deqeyek rêzgirtin dewrî koma nû hate kirin.
Beriya dewirgirtinê, li ser navê koma 38’an Endama Meclisa Îştar Taybet Mijinî axivî û tecrîda li ser Rêber Apo şermezarkir û wiha got: “Em wek Meclisa Îştar ji koma nû re serkeftinê dixwazin. Rêberê me ev demek dirêje di bin tecrîdek girankirî de tê girtin û tu agahî jê nayê girtin. Em wek xelkê Mexmûrê ev demek dirêje ji bo aadiya fizîkî ya Rêber Apo di çalakiya nobetê de ne. Em silavên xwe ji çalakvanên ku niha ji bo azadiya Rêber Apo li Bakûrê Kurdistan, Tirkiye û Ewropa di çalakiyan de ne, rêdikin. Emê heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo di çalakiyan de bin. Malbatên girtiyan divê rabin ser lingan û têbikoşin. Dem dema azadiyê ye.”
Piştî daxuyaniyê koma 39’an bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ çalakî dewir girt.

0 Yorumlar