Ticker

10/recent/ticker-posts

Qeyûm Çiye?


Bersivên Gel:

-Ne naskirina îradeya gele.

-Desteserkirine.

-Dagirkerî ye.

-Bê rûmetî ye.

-Faşîzme.

-Dewletparêzî ye.

-Fikira gel binpêkirine

-Winda kirine.

-Înkar kirine.

-Desteserkirine

-Bê edaletî ye.

-Bê îrade kirine.

-Dîktatorî ye.

-Xezpkirine.

-Xwînmijî ye.

-Tinekirina netewî ye.

-Talane.

-Înkarkirina gele.

Qeyûm peyvekî koka xwe Erebî ye. Ji peyvên Kama (sekinîn), Kiyam (rêvebirin, cihê kesek din girtin)'ê tûre daye. Di Îslamiyetê de wateya peyva Qeyûm kesê ku asîman, axê û hertiştî digre nava xwe, ji bo hertişt bibe xwedî hebûn yê ku tişta pêwîst dihilberîne û yek ji 99 navên Xweda ye. Wateya Qeyûm kesê ku karek diyar yan jî saziyek, şirketek, partiyek yan jî cihekê birêvebibe ji aliyê dewletê ve tê erkdarkirin re tê gotin. Ango kesekê ku ji bo meşandina karekê tê erkdarkirine. Piraniya xwe ji bo cihên ku bê usul, bê duzen, dizî, newekhevî, binpêkirina mafan, karê xwe rêvenebirin lê tê kirin, ji aliyê dewletê ve bi rêya dadgehê kesek kesekê erkdar dikin ku êdî ew wî cihî birêvebibe. Ew kes êdî li gorî xwesteka dadgehê erkên jêre tê diyarkirin karê xwe birêvedibe. Erkê Qeyûm ewe ku wî cihî îdare bike heta bê usulî yan jî şaşîtiya di wir de heyî were sererastkirin. Li ser vî bingehî hemû cûrên biryaran dikare bigre, bide pêkanîn û heta dikare rêveberiyekî nû jî hilbijêre. Ji bo vê jî li 3'ê cûrên mîna Qeyûma Temsîlî, Qeyûma Rêvebir û Qeyûma li dorî xwestekê tê dabeş kirin, cûda dibe. Qeyûm pîvaneke ya sîstema desthilatdare ku taybet ji bo tine hesibandina dengê gel di qanûnên dewletan de hatiye bicih kirin.

Di sazûmankirina sîstema desthilatdar de hemû pîvan û qanûn ji bo hîn bêhtir sîstem were rûniştkandin tên danîn. Dewletên desthilatdar di hemû gotinê xwe de demokrasiyê mîna pîvana xwe destnîşan dikin, lê belê di rastiyê de hemû kiryarên wan li dijî demokrasî û wekheviyêye. Piranî jî pîvan û qanûnên xwe ku qaşo ji bo bidestxistina mafên gel rêkdixin, lê berovajî ji bo tepisandina gel bikartînin. Qeyûm jî yek ji wan pîvanane ku di zagon û distûrên xwe de ji bo gel li hemberî bêpivaniyên heyî mafê xwe di dadgehê de bipirse hatiye danîn. Lê îro ji bo tine hesibandin û ji nedîtive hatina îradeya gel tê karanîn. Mînaka herî berbiçav jî li cihê rêveberên gel hilbijartî bêyî ku bêpîvanî û diziyek bê kirin, bicihkirina qeyûmane.

Di roja îro de hemû dewletên desthilatdar yên ku nikaribûn dengê pêwîst ji bo çawisandina gel bidestbixe, bi rêya ferzkirina qeyûman hewl didin îradeya gel tine bihesibînin. Li gelek welat û dewletan ji bo dewlet sîstema xwe û desthilatdariya xwe li ser gel teqez bike, serî li pêkanîna qeyûman dide. Lê di rastiyê de qeyûm divê ji aliyê gel ve li ser dewletê bê ferzbike. Ji ber ku kesên tên hilbijartin bi dengê gel têne hilbijartin, tenê mafê gel heye ku li hemberî dizî, gendelî û bê pîvaniyên rêveberên hilbijartine biçin biryarê û di heman demê de mafê gel heye li cihê rêveberên dizî û bêpîvanî kirî qeyûman bicih bikin. Dijberî wê, îro li welatê Tiriyê qeyûm ne naskirina dengê gel, îrade û daxwazên gele û di heman demê de ferzkirina sîstema dagirker destnîşan dike. Ji bo ku sîstem li gorî xwe rêveberên civakê diyar bike û li gorî xwe pîvanan bide civakê, qeyûman pêktîne. Qeyûm jî rêbazek ya pêkanîna qanûnên dewleta desthilatdare. Niha jî dewleta Tirk ya dagirker ji bo kiryarên xwe yên faşîst li ser gelê Kurd pêkbîne û xwe li bajarên Kurdan bike desthiltdar, qeyûman li ser şaredarî, partî û kesên demokratîk yên li Tirkiyê bicihdike. Têkoşîna gel ya li hemberî sîstema desthilatdar di kijan astê de tê meşandin pêwîste îro li hemberî bicihkirina qeyûman têkoşînek bê hempa bê pêşxistin. Ji ber ku di vê rewşê de bicihkirina qeyûman ya li Bakurê Kurdistanê ne naskirina îrade û mafê gele.  

Yorum Gönder

0 Yorumlar