Ticker

10/recent/ticker-posts

Koordînasyona KJK’ê: Ji bo Mexmûrê xeleka berxwedanê mezin bikin

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyekê banga xwedî derketina li xelkê wargeha Mexmûrê kir û hate gotin; “Em berxwedana xelkê me yê Mexmûrê, dayik û ciwanên me ya li hemberî vê sepandinê silav dikin. Ev du roj in xelkê me li ber xwe dide, daniye holê ku van sepandinan qebûl nake. Dewleta Iraqê nikare vê yekê li ser îradeya gelekî ku komkujiyên mezin, zilm û sirgûn derbas kirine, ferz bike. Divê her kes xwedî li Mexmûrê derbikeve.”


Koordînasyona KJK’ê têkildarî êrişên hêzên Iraqê yên li ser wargeha Mexmûrê daxuyaniyek nivîskî da.

KJK’ê wiha got: “Xelkê Mexmûrê di salên ‘90’an de rastî zilma dewleta Tirk hatiye, di encama vê de koçî Başûrê Kurdistanê kiriye, piştî gelek cihan herî dawî li Mexmûrê niştecih bûne û li wir jiyanek ji nû ve ava kirine. Li dijî hemû êrişên faşîzm û mêtingeriyê yên dermirovî, şewitîn û hilweşîna gund, mal û jiyana xwe teslîm nebûne û heta dawiyê li ber xwe dane, rûmeta mirovahî û Kurbûnê gihandine lûtkeya herî jor. Nûnerên bi wêrek ên xelkê Botanê, çola Mexmûrê ji nû ve şîn kirine, heta dawiyê xwedî li rûmet û nasnameya xwe derketine û hetanî roja îro dayîne jiyandin. Jin, dayik û ciwanên Mexmûrê her tim li pêşiya vê têkoşînê cihê xwe girtine, xurt kirine û pêşengî kirine.”

Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Li dijî hemû êrişên DAIŞ, dewleta Tirk û PDK’ê bi wêrekî rabûne û ev êriş pûç kirine. Piştî pûçkirina êrişên DAIŞ’ê bi taybetî dewleta Tirk û PDK bi rengekî hevkar zext li ser wargehê pêk aniye û ji ambargoya ekonomîk hetanî ambargoya tenduristiyê, bi balafirên bê mirov sûîqastkirina li pêşengên gel, hetanî girtinê pêvajoyek timî ya êrişan qewimiye. Dema bi van hemûyan encam nehat girtin, vê carê bi dewleta Iraqê konseptek nû ya êrişan hatiye diyarkirin.

Wargeha Mexmûrê wargeha jiyana azad û wargeha berxwedanê ye. Niha bi dewleta Iraqê û bi hevkariya PDK’ê konseptek hatiye diyarkirin ku ev jiyana azad bi têlan bê dorpêçkirin û bi çêkirina kuleyan bixin bin zexta leşkerî de. Wargeha Mexmûrê ku bi keda gelê me, dayik û ciwanên me hatiye veguherandina qada jiyana azad, bi vî rengî hatiye xwestin ku veguherînin kampek a dîlgirtinê. Helbet xelkê me ev qebûl nekir û wê qebûl neke.

Em berxwedana xelkê me yê Mexmûrê, dayik û ciwanên me ya li hemberî vê sepandinê silav dikin. Ev du roj in xelkê me li ber xwe dide, daniye holê ku van sepandinan qebûl nake. Dewleta Iraqê nikare vê yekê li ser îradeya gelekî ku komkujiyên mezin, zilm û sirgûn derbas kirine, ferz bike. Qet nayê qebûlkirin ku cihê ku gel lê dijî, bibe wekî kampeke dîlgirtinê. Xelkê Mexmûrê hetanî roja îro zirar nedaye ti kesê, berovajî li dijî hêzên ku dijminê gel-xaka Iraqê û dijminên gelê Kurd têkoşiya ye, ev xakên ku li ser jiyane bi fedayiyane parastine û berdêl dane. Dewleta Iraqê divê polîtîka û plana xwe ya derbarê vê mijdarê ji nû ve berçav derbas bike, biguherîne û nêzîkatiyek ku demokratîk, îrade û daxwazên gel dibîne û nas dike, raber bike.

Gelê Kurdistanê û jin divê xwedî li vê berxwedana Mexmûrê derbikevin, li her qada ku lê ye piştgiriyê bide û xeleka berxwedanê mezin bike.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar