Di 4'ê Tirmehê de dewleta Tirk a faşîst dîsa 'cezaya disiplînê' li ser Rêber Apo biriyê û bi vî awayî dixwaze domandina tecrîda dijî mirovahiyê ferz bike. Divê rastiya van cezayan baş were fêhmkirin. Berxwedana destanî ya 50 salan a Rêber Apo hîn berdewame. Çiqas dewleta Tirk a faşîst bi gefên giran her roj zextekê mezin li Rêber Apo dikin jî, Rêber Apo di sekna xwe de ti carî gav di paş de navêje. Rêber Apo di her kêliyê de, bi berxwedanekî mezin her cure êrişan vala derdixe. Di asta herî jor de jî baweriya xwe bi gelê xwe ve daye girêdan.
Di dema
hevdîtinan de Rêber Apo carekê anî ser ziman 'Eger hûn rojekê agahî ji min nestînin
divê hûn qiyametê rakin'. Ev 3 salin em agahî ji Rêberê xwe nagirin. Gelo me çiqas
qiyamet rakir? Bi pêşengtiya şehîdên fedayî ya pêngava ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ pîvanekê berxwedanê hat avakirin. Lê em
çi qas li gorî vê tevdigerin? Divê em di fikrên xwe de bidin rûniştkandin ku
divê em qiyametê rakin. Divê em ti carî, tecrîda li ser Rêbertî weke mijarek
asayî negirin dest. Her wiha divê em dest ji bêhêvîtiyê berdin. Her roj em ji
xwe bipirsin; ezê îro ji bo Rêber Apo çi bikim? Divê em hezkirina xwe ya ji
Rêber Apo re bikin kîn û nefret li hember dijmin. Ji bo em vê yekê pêkbînin,
taybetmendiya sereke ya ciwanên Apoyî çalakbûne. Çalakbûn çi ye? Ticarî
nesekinandin û her di tevgerê de bûyîne. Di rewşên tengav de bêdawî serê xwe
êşandin û di jiyanê de her têkoşîn meşandine. Ti carî lewaztî û xetimandin
qebûlnekirine. Dibe ku hemû hewldanên me yekser encam negirin, lê herî kêm wê
bertekek derbikeve. Çalakbûyîn dilsoziya me ya bi Rêber Apo re dide nîşandan. Li
wargehê, ciwan di her hêlê de pêşengtî dikin. Çi meş, daxuyanî û her cure
çalakî hebin, ciwan li pêşin. Bi fikir û felsefa Rêber Apo û bi paradîgmaya
Netewa Demokratîk mezin bûne.
Çavê
ciwnanên her çar aliyên Kurdistanê li ser ciwanên Mexmûrê ne. Ji ciwanên
wargehê hêvî digirin. Her wiha çavê dijmin jî ser ciwanên Mexmûrê ye. Dijmin
ciwanên wargehê baş dişopîne û dizane ku ciwan çiqas bi Rêber Apo ve
girêdayîne. Dijmin kengî tengav dibe û lewaziyekî dibîne, zext li Îmraliyê
dike. Di dîroka PKK’ê de derketinên mezin di şert û mercên herî zehmet de
pêkhatine. Zilma faşîzmê piranî bi çalakbûna pêşengên ciwanan hatiye şikandin.
Ji 30'ê Hezîranê bigire heta 14'ê Tirmehê, ji 15'ê Tebaxê bigire heta 27’ê
Mijdarê ruhê Apogerî bûye sedema valaderxistina faşîzmê.
Ji ber vê,
divê em di têkoşîna azadiya Rêber Apo de hîn zêdetir rol bileyîzin. Pewiste em
di serî de fikrên xwe çalak bikin. Ev komployên ku dijmin li ser me dide
çêkirin, em biteqînin. Ew berxwedana lehengî ya Rêber Apo em hîs bikin û hêz jê
bigirin. Ger em di fêhmkirina pirtûkên Rêbertî de zehmetî dikşînin, emê herin
lêkolîn bikin, ji hevalên xwe bipirsin û bikevin nîqaşan. Em li beramberî rewşa
tecrîdê nerazîbûn hîsdikin, lê tiştek di plansaziyê de nîne, divê em benda
kesekî nesekinin, em bixwe bibin hêza însiyatîfê û çalakiyan plan bikin. Em
birastî dixwazin deynên xwe yê li beramberî Rêber Apo bidin, wê demê emê êdî
rehetî, gumanên kesî û reşbînî ji xwe re qebûl nekin û xwe bi rêxistin bikin. Dirûşmeya
‘Bê Serok Jiyan Nabe’
bikin terzê jiyanê û bi ruhê pêngava 15'ê Tebaxê bikevin sefeberiya çalakbûnê.
Baran
Mawa
0 Yorumlar