Li Mexmûrê şehîd Yûsûf Pîrosî, Têkoşer Pêncewîn û Zerdeşt Îsyan ku 27’ê Tîrmeha 2023’yan de, li qada Bêtkar ya Navçeya Elkê ya Şirnexê di encama bombardûmanê de şehîd bûbûn, di yekemîn salvegera şahadet xwe de bi merasîmekî girseya hatin bibîr anîn.
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) her sê şehîdên HPG’ê Yûsûf Pîrosî, Têkoşer Pêncewîn û Zerdeşt Îsyan ku 27’ê Tîrmeha 2023’yan de li qada Bêtkar ya Navçeya Elkê ya Şirnexê di encama bombardûmanê de şehîd bûbûn, di yekenîn salvegera şahadeta xwe de hat bibîr anîn.
Merasîma bîranînê, li Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê bi amadebûna gelê wargehê, bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê navê malbata ta Şehîd Yûsûf Pîrosî hevjîna wî Beyaz Pîrosî axivî.
Beyaz Pîrosî di despêka axaftinên xwe de Şehîd Yûsûf û hemû şehîdên meha Tîrmehê bi bîr anî û xêrhatina hemû xelkê wargehê kir.
Her wiha li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Huseyîn Hilalî jî têkildarî berxwedan û têkoşîna şehîd Yûsûf Pîrosî axivî û destpêkên di kesayeta şehîd Yûsûf, Têkoşer û Zerdeşt de hemû şehînên meha Tîrmehê bi bîr anî û wiha peyîvî: “Di destpêkê de me dibêjin serê malbatên şehîdan saxbin, şehîd nirxên me yên pîrozin, em soz didin ku xiyanetê li xeyalên wan nekin. Polîtîkayên dijmin ya ku dibêjin emê gel û gerîla ji hev qut bikin yên weke Rêheval Yûsûf li himberî vê yekê sekinin û ev polîtîka vala derxistin. Hebûna me ya ku niha li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî azad jiyan dikin, keda van hevalane. Heval Hecî di Zindana Amedê de maye, nikaribûn teslîm bigirin çawa ku derket berxwedana xwe dewamkir. Em ji bo şehîda çiqas bêjin ne bese, ya girîng û rast ewe ku mirov xiyanetê li wan neke, li pey şopa wan biçe û li keda wan xwedî derbikeve.”
Piştî axaftinê, sînevîzyona ku têkoşîn û berxwedaniya van şehîdan vedibêje hat nişandan. Her wiha piştî sînevîvyonê bîranîn bi dirûşmeyên ‘Bican bixwîn em bi te re ne ey Serok’, ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.
0 Yorumlar