Ticker

10/recent/ticker-posts

Leşkerên Iraqê gule berdan malên di nava wargehê de

Duh danê siharê Artêşa Iraqê bi hêzek mezin ve hewl da dora wargeha Mexmûrê bi têlan dorpêç bike. Lê xelkê Mexmûrê dijî vê hewldanê heya niha ber xwe dide. Leşkeran gule berdan xelkê û ciwanek birîndar bû. Herwiha duh leşkeran gelek gule berdan malên di nava wargehê de.

Artêşa Iraqê duh bi hêzek mezin ya leşkerî, tevî çek, kule, wesayîtên zirxî xwestin bikevin wargehê û dora wargehê bi têlan bigrin, lê xelkê Mexmûrê hemberî vê rawestiya. Berxwedana xelkê Mexmûr ya dijî dorpêçkirina wargehê ji duh siharê ve bê navber dewam dike.

Duh dema leşkeran dixwest kuleyan li derdorê bicih bikin, şêniyan nerazîbûn nîşanda, lê leşkerên Iraqê gule berdan welatiyan û di encamê de ciwanek birîndar bû. Ciwanê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Leşkeran piştre gule bi ser xelkê de teqandin. Leşkeran gule berdan nava wargehê û gelek gule bi pencereyên malên di nava wargehê de ketin û vê yekê metirsiyek mezin çêkir.

Guleyên ku leşkeran berdan, bi gelek pencereyên malên di nava wargehê de ketin.

Tevî êrişê, di van kêliyan de carek din hewl dide bikeve wargehê û derdora xelkê Mexmûrê bi kule û têlan dorpêç bike. Berxwedana xelkê Mexmûrê heya niha bê navber dewam dike.

Yorum Gönder

0 Yorumlar