Ticker

10/recent/ticker-posts

Tevgera Azadî: Dorpêçkirina wargeha Mexmûrê karek ne miroviye

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê têkildarî hewildanên hikûmeta Iraqê ya ji bo dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Mexmûrê got, di pişt vê hewildanê de dewleta Tirk a dagirker heye, divê hikûmeta Iraqê li gor yasayên penaberî û mafên mirovan nêzî şêniyên wargehê bibe. Her wiha bang li parlementerên Iraq û Herêma Kurdistanê hat kirin ku li hemberî destwerdanên li ser wargehê bêdeng nemînin.

Berdevkê Tevgera Azadî Cuma Kerîm, di derbarê hewlên hikûmeta Iraqê yên ji bo dorpêçkirin û êrişên artêşa Iraqê yên ser xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji Rojnews re axivî. Cuma Kerîm da zanîn ku têlkirin û dorpêçkirina wargeha Mexmûrê karek ne miroviye ji aliyê hêzên Iraqê ve li beramberî penaberan tê kirin.

Cuma Kerîm da zanîn wek Tevgera Azadî ew êriş û dorpêçkirina wargeha Mexmûrê bi tûndî şermezar dikin û got: “Li gor me di pişt van êriş û hewlên dorpêçê de destên derve hene. Dewleta Tirk a dagirker bi behaneya ku ev kampeke siyasiye bêy ku aliyê wê yê mirovahî li ber çav bigrin, bi rêya ava çemên Dîcle û Firatê zextan li ser Iraqê dikin. Lê ev pirsgirêka avê pirsgirêkek navdewletî ye û pêwîste bi yasayên navdewletî were çareserkirin. Neku bi avê zextan li ser hikûmeta Iraqê, aliyek û kamek penaberan bike.”

Berdevkê Tevgera Azadî da zanîn ku divê hikûmeta Iraqê li gor peymanên navdewletî û navxweyî danûstandinê li gel penaberan bike û got; “Divê ne bi hêzên leşkerî dor li penaberan bigre û kampa wan dorpêç bike.”

Di dawiyê de jî Berdevkê Tevgera Azadî Cuma Kerîm ev bang kir: “Daxwaz ji tevayî xelkê Başûrê Kurdistan û azadîxwazên Iraqê dikîn piştgiriya xelkê Mexmûrê bikin. Daxwaz ji parlementerên azadîxwaz ên Iraq û Herêma Kurdistan her wiha komîsyona mafên mirov dikîn di zûtirîn dem de destwerdan li vê rewşê bikin û vê hewildana hikûmeta Iraqê bisekinînin, wek kampek mirovahiyê û penaberan danûstandin li gel bikin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar