Ticker

10/recent/ticker-posts

Kongra Star êrişên Hikumeta Iraqê yên ser xelkê Mexmûrê şermezar kir

Kongra Star bi daxuyaniyekê êrişên Hikumeta Iraqê yên ser wargeha Mexmûrê şermezar kir û hate gotin; “Bang li hikûmeta Iraqê dikîn ku nebe hevkarê siyaseta qirêj a faşîzma dewleta Tirk a dagirker.”


Meclîsa Kongra Star bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Iraqê ya ji bo dorpêça li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) duh pêk anîbû şermezar kir.

Kongra Star diyar kir ku êrişa li ser Mexmûrê êrşeke der hiqûqî ya navneteweyî ye û dijî mafê penaberiyê ye û got: “Mexmûr ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye erêkirin”

Di daxuyaniyê de Kongra Star anî ziman ku li pişt hewldana artêşa Iraqê dewleta Tirk a dagirker û PDK heye û got: “Dixwazin hemû rêyên jiyan li gelê Kurd ê têkoşîna azadiyê dide bigirin.

Kongra Star herî dawî bang li hikûmeta Iraqê kir ku nebin ehvkarê siyaseta qirkirinê ya faşîzma dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê.

Yorum Gönder

0 Yorumlar