Hevberdevkê Komîteya Têkiliyên Ji Derve Bêwar Emîn: “Sedema serjimêriyên zêde ku di nava wargehê de çêdibin, nebûna NY ye. Wezareta Koç û Koçberan ofîsa xwe di wargehê de vekirin û êdî ti hincetên çênekirina nasnameyan nemaye’
Armanc Herekol
Hevberdevkê
Komîteya Têkiliyên Ji Derve yê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Bêwar
Emîn têkildarî serjimêriyên seranserî Iraq û Wargeha Mexmûrê hatin pêkanîn ji
rojnama me re axivî û anî ziman ku Wezareta Koç û Koçberan ofîsa xwe li wargehê
vekiriye.
‘Serjimêrî
li tevahî Iraqê çêbû’
Bêwar Emîn
di destpêka axaftinên xwe de têkildarî serjimêriyan ev zanyarî bi me re
parvekirin: “Di van demên dawî de, li seranserî Iraqê ji aliyê Hikumeta Navendî
ve serjimêriyek hate pêkanîn. Di vê serjimêriyê de jimara welatiyan hate zanîn
û hem jî ev demek dirêjbû serjimêrî nehatibû kirin. Piştî ruxandina Seddam,
hikumet xwe ji nû ve komî serhev dike. Ev serjimêrî di 3’ê qonaxan de hate
pêkanîn. Ya yekem, mal hatin reqemkirin, ya duyem şênî hatin jimartin û di
qonaxa sêyem de jî nêzî 70 pirs ji gel hatin pirskirin. Pirs jî di çarçoveya
tenduristî, perwerde û aborî de bûn. Mirov dikare bêje, ev wek anketekî bû ku
îstatîstîkek derbikeve holê. Ji ber ku ev mijar giştî Iraqê dihat pêkanîn, li
Wargeha Mexmûrê jî hate pêkanîn. Ne tenê em, tevahî penaberên din jî vê
pêvajoyê re derbaz bûne. Li wargehê jî ev yek qediya.”
‘Ji ber
NY evqas serjimêrî çêdibin’
Bêwar di
nava axaftinên xwe de sedema serhevdu serjimêriya di wargehê de çêdibin ji me
re ragihand û wiha pêde çû: “Berê Neteweyên Yekbûyî serjimêrî dikir û êdî
serjimêrî çênedibûn. Ji ber ku NY ew serjimêrî li wezaretan belav dikir. Lê ji
ber ku niha NY li wargehê nîne, kîjan wezaret tê ji nû ve li gor wezareta xwe
serjimêriyekî dike. Li ser hev jimartina gel, nerazîbûnek ji aliyê gel ve daye
çêkirin, lê bila gelê me jî bizanibe, sedema wê nebûna NY ye. Ji ber wê her
wezareta ku tê, neçare li gor xwe serjimêriyekî bigire. Wezareta Ticaretê van
rojên dawî hat û serjimêriya xwe kir û li gor kesên ku nasnameyên wan heyî wê
kartên erzaq çêbike. Wezareta Koç û Koçberan jî ji bo mijarên gaz û alîkariyên
mirovî kar dike. Hindek alikariyên peryodîk hene û hindek alîkariyên ekstra
hene, weke proje an jî alîkariyek cuda. Bi fermî di nava vê hefetyê de Wezareta
Koç û Koçberan ofîsa xwe di wargehê de vekirin. Em jî êdî her roj dikarin
pirsgirêkên xwe bi wan re nîqaş bikin. Ev yek em erênî dibînin. Heta niha ev
yek nebû û me pirsgirêkên qanûnî û pirsgirêkên giştî bi çûyîna Bexda re hewil
dida çareserbikin. Lê êdî em dikarin yekser li wargehê eleqeder bibin.”
‘Ti
hincetên çênekirina nasnameyan nemaye’
Herî dawî
Hevberdevkê Komîteya Têkiliyên Ji Derve yê Wargeha Mexmûrê Bêwar Emîn têkildarî
pirsgirêkên nasname û gaz ev tişt gotin: “Ji bo pirsgirêkên nasname û gaz,
hindek soz hatine dayîn ku çareser bikin, em jî vê yekê dişopînin. Heta niha
hinceta wan ya çaresernekirina van pirsgirêkan, nebûna îdareyê bû. Lê êdî îdare
jî heye û ti hincet nemane ku van pirsgirêkan çareser nekin. Emê hewilbidin ku
çareserî di demek nêz de çêbibe û em li ser vê mijare timî xebat dikin.”
0 Yorumlar