Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi koma 100’emîn di roja 508’an de didome.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi koma 100’emîn di roja 508’an de didome.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpêkirin bi koma 100’emîn di roja 508’an de didome.
Merasîma dewrgirtinê li Saziya Ciwanan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 99’an Helîm Îşlek axivî.

Helîm Îşlek di axaftinên xwe de anî ziman ku ew deyndarê Serokê xwe ye û wiha peyîvî: “Heta em azadiya fîzîkî ya Serokatî nebînin em dest ji çalakiyên xwe bernadin. Ji bo Serokatî çi bikeve li ser milên me, emê pêkbînin. Em tecrîda li ser Serokatî şermezar dikin, bila dinya hemû jî bizanibe heta ku tecrîd li ser Serokatiya me û gelê Kurd nerabe, em çalakiyên xwe bi dawî nakin.”
Çalakvanan çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ dewrî koma nû kirin.

0 Yorumlar